Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket 2024-03-18 08:37:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 222’yemîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket.    Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike, hejmara xwe ya 222’yemîn vê hefteyê bi minasebeta hatina Newrozê cih da pîrozbahiyên Newrozê û bi  manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket. Rojnameyê der barê wateya Newroza îsal de bi Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk re hevpeyvîn kir û li ser girîngiya Newroza îsal rawestiya.    Rojnameyê di surmanşetê de cih da sernavê “Tirkiye li şirîkê komkujiyê digere” û li ser armanca dîplomasiya di navbera Tirkiye û Iraqê de û rawestiya. Rojnameyê di bin manşetê de jî cih da salvegera dagirkirina Efrînê. Rojnameyê sernavê “Dê jin Efrînê ji berê xweştir bikin!” cih da nivîsa Nivîskara rojnameyê Eylem Şoreş. Eylem Şoreş di nivîsa xwe de balê dikişine ser têkoşîna jinan a ji bo azadkirina Efrînê.