Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin 2024-03-18 08:38:04 AMED - Şevê din li navçeya Rezan a Amedê agirê Newrozê hat vêxistin û pîrozbahî hat lidarxistin.    Newroza Amedê dê di 21’ê Adarê de bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were lidarxistin. Beriya pîrozbahiya bi girseyî, li taxên Amedê pîrozbahî dest pê kirin. Li Taxa Yukari Molla ya navçeya Rezanê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin.    Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bucak û namzetên hevşaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk jî tev li pîrozbahiyê bûn. Bi vêxistina agir re tililî hatin avêtin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin.    Di pîrozbahiyê de li ber dahol û zirneyê li dora agir govend hate gerandin.