ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN 2024-03-18 09:00:09   * Namzetên Hevşaredariyê yên Tifaqa Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak sozên di danezana xwe ya hilbijartinê de kirin proje. Di projeyan de gelek tiştên weke perwerdeya bi zimanê dayikê, çand û huner, dizaynkirina bajêr di nav tiştên ku dê bên çêkirin de cih girtin.   * Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Yakûp Orak ê ji bo Newroza dê di 19’ê adarê de li Êlihê bê pîrozkirin banga tevlibûnê kir, wiha got: “Em li bendê ne ku gelê me bi cilên xwe yên herêmî zû bên qadê.”   * Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Kasûn, anî ziman ku ji bo pîrozbahiyên Newroza ku sibê dê li Dêrsimê bê pîrozkirin amadekarî bi dawî bûne û wiha got: “Tevlibûna zêde ya Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê.”   * Li Gel a ku tevî di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de HDP’ê bi ferqa 843 dengan şaredarî bi dest xist jî qeyûm hate tayînkirin, di 8 mehên dawî de hezar û 214 hilbijêrên ku ji leşker û polîsan pêk tên lê hatin veguhestin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Bahar Karakaş Ûlûg û Mehmet Zulkuf Polat peyam dan ku dê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin.   * Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di sala 2021’ê de derheqê rojnameger Nazim Babaoglû de ku 30 sal in winda ye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn vekiriye.    * Rişmil navçeya herî biçûk a Mêrdînê ye û ji salên avabûyê yên 1990’î heya niha bi destê partiyên desthilatê tê birêvebirin. Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê diyar kirin ku Rişmil ji guherînê re amade ye û wiha gotin: “Em bi biryar in, dê bi ser kevin.”   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)    * Nobetên Edaletê dê li gelek bajaran berdewam bikin. (10.00-16.00)    * Xebatên DEM Partiyê yên hilbijartinê dê li gelek bajaran berdewam bikin. (10.00-20.00)   * Li navçeya Kanîreş a Çewligê, li navçeya Dîgor a Qersê û li navçeya Qileban Şirnexê dê Newroz bê pîrozkirin. (11.00 - 17.00)    * Li buroya hilbijartinê ya navendî ya li ser Cadeya Amedê ya Êlihê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir, namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hevdîtina bi gel re bê lidarxistin. (20.00)