Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên 2024-03-18 09:00:17   DÊRSIM - Namzetên Hevşaredariyê yên Tifaqa Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak sozên di danezana xwe ya hilbijartinê de kirin proje. Di projeyan de gelek tiştên weke perwerdeya bi zimanê dayikê, çand û huner, dizaynkirina bajêr di nav tiştên ku dê bên çêkirin de cih girtin.    Tifaqa Dêrsimê ya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di nav de bi îdiaya ji pirsgirêkên li bajêr re bibe çareserî danezaneke ji 22 xalan pêk dihat amade kiribû. Tifaqê piştî vê danezanê projeyên şênber pêşkeşî gelê Dêrsimê kirin.    Projeyên namzetên Hevşaredariyê yên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak wiha ne:    PROJEYA PÊŞÎLÊGIRTINA KOÇA BI DARÊ ZORÊ    Bi Midûriyeta Karesata Erdhejê ya di bin banê şaredariyê de dê bajêr ji erdhejê re were amadekirin û perwerdehiya amadekariya karesatê dê bê dayîn. Li deverên weke kêleka çem, xeta fayê û avzêmên ku ji bo zemîn bibin rîsk dê ji çêkirina avahiyan re destûr neyê dayîn. Qadên îstîhdamê yên li dijî pêşîlêgirtina koça bi darê zorê dê li tevahiya bajêr belav bikin. Wê Akademiya Teknolojiya Dîjîtal a Dersîmê ku perwerdeyên nivîsbariyê, zîrektiya çêkirî, teknolojî, sêwirandin û pevbestînê dide, bê avakirin.    PIŞTGIRIYA ÇANDINÎ Û HEWCEDARIYÊ    Dê piştgiriya gubre, tov, şitil û şêwirmendiyê bidin cotkaran. Dê Bankeyek Xwarinê û Bankeyek Cilûbergan were damezrandin da ku pêdiviyên xwarin û cil û bergan ên malbatên hewcedar peyda bikin. Park, rê, meydan, avahî û peyarêyên li bajêr wê ji bo astengdaran ji nû ve bên dîzaynkirin. Bi avakirina yekîneyeke tenduristiyê ya mobîl re wê ji extiyar û welatiyên xwedî pêwîstiyên taybet re xizmeta tenduristiyê li malê bê dayîn.   JIN Û CIWAN    Malên Jiyanê yên Jinan û Navenda Piştevaniyê ya Jinan were avakirin ku jin bikaribin bi hêsanî xwe bigihînin piştgiriya civakî, psîkolojîk, aborî û hiqûqî. Ji bo jin ji veguhestin, spor, aktîvîteyên çand û hunerê sûdê wergirin dê derbasî sepana “JIN KART” bibin. Ji bo ku jin bikaribin xwe bigihînin malzemeyên tenduristiyê yên bêpere ê li hin noxteyên bajêr “HIJYENMATÎK” bên avakirin.    Ji bo ciwanan arasteyî aktîvîteyên çandî, hunerî û zanistî bike û wan ji hînbûniyên bi zirar biparêze, wê Navendeke Çandê ya Ciwanan bê avakirin. Qadên basketbol, tenîs û futbolê û parkên hilkişîn, paten û xijkxijkê yên ku zaroka bikaribin lê bilîzin dê bên vekirin.    Ji bo pêşî li bikaranîna hişbirê û bengîtiyê were girtin, dê di di bin banê şaredariyê de Navenda Têkoşîna li Dijî Bengîtiya Hişbirê û navenda piştgiriyê ya psîkososyal bê vekirin.    PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ Û NAVENDÊN BÎRÊ    Li her taxê wê pêşdibistanên bi zimanê dayikê yên bikaribin xwe bigihîninê û bêpere bên vekirin. Ji bilî zimanê me yê dayikê kirmançkî yê li ber tunebûnê ye, zindî bihêlin, ji bo perwerdeya ziman a weke ingilîzî, îspanyolî, çînî û rûsî ji ciwanan re bê dayîn, wê Akademîya Ziman bê avakirin.   Dê Muzeya Bîrdariyê ya Dêrsimê û Navenda Bîrê  ya Elewiyan ku dê zindîhiştina bîrdariya dîrokî ya Dêrsimê esas bigire bên avakirin. Dê li gorî bawerî û çanda bajêr, Malacemê ya Gazîk ji xizmetê re bê vekirin.    Pirsgirêka avê ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên bajêr e, wê bi misogerkirina ku ava Mûnzûrê ji mûslûxên her malekê bê bikaranîn, çareser bibe.   PROJEYÊN ÇAND Û HUNERÊ   Namzetên hevşaredariyê armanc dikin ku festîvala sînemayê bînin Dêrsimê ku xebatên cihêreng ên sînemaya cîhanê ya serbixwe lê werin nîşandan û lîstikvan û derhêner tev li bibin.   Ji bo bîranîna nirxên ku zimanê Kirmançkî zindî dihêlin û derbasî nifşên pêşerojê dikin, rojên helbest û wêjeyê wê bên lidarxistin. Bi şanoya ku dê di bin navê şaredariyê de bê avakirin dê lîstikên bi zimanê zikmakî bên pêşandan.   Avahiya şaredariyê ya nû were çêkirin dê bi enerjiya hawîrdorparêz û tavê û teknolojiyeke têra xwe bike were arastinê. Otobusên şaredariyê wê bi wesayîtên bielektrîkê bên nûkirin. Sererastkirina rê û derdorên ziyaretgehan ku di baweriya elewîtiyê de xwedî cihekî girîng in, wê bên kirin. Her wiha wê rêya meşê ya Dayika Fatma bê çêkirin.