Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir 2024-03-18 09:00:59   ÊLIH - Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Yakûp Orak ê ji bo Newroza dê di 19’ê adarê de li Êlihê bê pîrozkirin banga tevlibûnê kir, wiha got: “Em li bendê ne ku gelê me bi cilên xwe yên herêmî zû bên qadê.”   Ji bo pîrozbahiyên Newrozê ku dê di 19’ê adarê de li Êlihê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” pêk bê, xebat bi dawî bûn. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan dê di pîrozbahiyê de biaxive. Di pîrozbahiyê de dê Sûavî, Lawje û stranbêjên herêmî dê derkevin ser dikê. Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Yakûp Orak der barê Newroza ku wê li qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê bê pîrozkirin de axivî û diyar kir ku amadekariyên Newroza ku wê bi tevlibûna deh hezaran pêk bê bi coşeke mezin derbas dibin.    LI 3 NAVENDAN AGIRÊ NEWROZÊ HATE PÊXISTIN    Orak, da zanîn ku heta niha bi tevlibûna hezaran kesan li taxên Korik, Petrolkent û 19’ê gulanê yên bajêr, agirê Newrozê vêxistine û wiha got: “Bi tevlibûna xurt a ciwanan û bi xwedîderketina gelê xwe re me pîrozbahiyên Newrozê li taxan bi coşeke mezin lidar xistin. Ji bo xwedîderketin û coşa li vir di 19’ê adarê de veguhêzin qada Newrozê li taxan, kolanan, malan, gund, navçe û bajarokan, an ku li her derê xebatên xwe dimeşînin û em ê bimeşînin jî.”   BANGA LIXWEKIRINA CILÊN KURDΠ   Orak, anî ziman ku ji bo ewlehiya li qadê û hatina li qadê bihesan bikin amadekariyan dikin û wiha berdewam kir: “Ketina qadê ji du baskan heye. Dê di her baskî de ji bo mudaxileyî bêhiqûqiyên biqewimin bikin dê parêzer û parlamenterên me peywîrê bistînin. Ciwanên me jî dê di heman demê de di ketinê de bin. Dê li ser dikê û qadê peywîrdar bin. Ji bo ku Newroz baş derbas bibe em hemû amadekariyên xwe dikin. Em ê êvara duşemê jî qadê bixemilînin. Em li benda hemû gelê xwe ne ku sibeya sêşemê bi cilên xwe yên kurdî zû bikevin qadê.”   Orak, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em ê li vir hem Newroza ku li dijî Dehaqên zalim bûye sembola serhildanê pîroz bikin hem jî mizgîniya ku qeyûman ji bajêr xelas bikin bidin.”   ‘EM LI BENDA GELÊ XWE NE KU BI TILILIYAN BÊN QADÊ’    Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk, diyar kir ku Newroz ji bo gelê kurd cihekî girîng digire û wiha got: “Newrozên Êlihê ji salên 90’î û vir ve her tim bi coş û beşdariyeke mezin derbas dibin. Vî gelî bi dagirtina qadan ji amûrên şer ên taybet ên dewletê û polîtîkayên wê yên zext û zilmê re bûye bersiv. Di Newroza îsal de gelê me hem coşa hilbijartinê û hem jî Newrozê di heman demê de derbas dike. Gelê Êlih ê welatparêz wê îsal bi dagirtina qadê re bersivê bide polîtîkayên qirêj ên pergalê. Em li bendê ne ku hemû gelê me bireng, bicoş, dirûşm û tilîliyên xwe bên qadê.”