‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’ 2024-03-18 09:01:15 DÊRSIM - Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Kasûn, anî ziman ku ji bo pîrozbahiyên Newroza ku sibê dê li Dêrsimê bê pîrozkirin amadekarî bi dawî bûne û wiha got: “Tevlibûna zêde ya Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê.”   Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP) jî di nav de ye dê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê ku amadekariyên xwe bi dawî kirine Îbrahîm Kasûn, wiha bang li gelê Dêrsimê kir: “Em li Qada Seyît Riza werin gelhev.”   ‘LI DIJÎ DEHAQAN AGIRÊ AZADIYÊ YÊ KAWA’YAN’    Îbrahîm Kasûn, bi lêv kir ku li bendê ne ku ji gund û navçeyên Dêrsimê tevlibûneke zêde çêbibe û wiha got: “Ji bo hesreta azadiyê ya gelan û agirê azadiyê yê Kawa’yan ê li dijî Dehaqên zalim gur bikin demekî dirêj e li Dêrsimê em kedeke zêde didin. Di vê çarçoveyê de bi hemû saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û pêkhateyên Tifaqa Dêrsimê re xebata vê yekê meşand.”   ‘TEVLIBÛN WÊ SERKEFTINA ME YA HILBIJARTINÊ NÎŞAN BIDE’    Kasûn, anî ziman ku desthilata AKP’ê û MHP’ê zexteke pir alî li gelên Tirkiye û Kurdistanê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dêrsim yek ji bajarên ku herî zêde ev polîtîka bandorê lê dikin û zexta herî zêde lê tê kirin e. Ji vî alî ve ji bo hilbijartinên di 31’ê Adarê de bên kirin li cihekî gelekî girîng radiweste û tevlibûneke xurt a li Newroza 19’ê Adarê wê bibe nîşaneya vê yekê. Tevlîbûneke xurt a li Newrozê wê bibe nîşaneya serketina me ya di hilbijartinan de.”   ‘LI DIJÎ TECRÎDÊ DÊ BIBE QADEKE BERXWEDANÊ’    Kasûn, bi lêv kir ku dê di Newroza Dêrsimê de peyamên girîng bên dayîn û wiha lê zêde kir: “Beriya her tiştî em pêşbîniya wê dikin ku hesreta gelan a azadiyê wê li qadan diyar bibe. Newroz wê bibe dengê şikandina pêla faşîst a heyî û greva birçîbûnê ya li zindanan. Wê li dijî polîtîkaya tecrîdê bibe qada berxwedanê. Em ê li dijî krîzên pir alî yên li Tirkiyeyê, agirê azadiyê yê li Newrozê gur bikin û têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘DIVÊ EM BI HEV RE BIN Û JI PERGALÊ RE BIBIN BERSIV’    Kasûn ê bang li dêrsimiyan kir ku bên Qada Seyîd Riza, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî faşîzmê pêdivî bi têkoşîneke civakî heye. Dêrsim bajarekî ku di dîroka Komarê ya sed salî de rastî komkujiyan hatiye, gundên wê hatine valakirin û hatiye sirgunkirine. Ji ber Dêrsim bajarekî elewiyan e, ji ber nasnameya xwe divê li dijî polîtîkayên pergalê yên tirkparêz û sunî divê bibe yek, bi hev re tevbigere û têkoşîna xwe li qada Newrozê bilind bike. Em ji pergalê re bibin bersivek.”   MA / Firat Can Arslan