Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê 2024-03-18 09:04:29   RIHA - DEM Partiyê li navçeya Serêkaniyê bi tevlibûna hezaran kesan pîrozbahî li dar xist.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi tevlibûna hezaran kesan pîrozbahiyê taxê li dar xist. Pîrozbahî, bi meşa yek ji eşîrên herî mezin a navçeyê Kejîyan a ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve dest pê kir û li vir jî bi hezaran kes bi hev re ber bi qada pîrozbahiyê ya li Taxa Mehmet Akîf bûn.    Di pîrozbahiyê de pankartên “An jiyaneke azad, an jî berxwedaneke biheybet” û “Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be” hatin hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Dê DEM were dewran dê biguhere” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    ‘BERSIVA HERÎ BAŞ GEL BI XWE DIDE’   Namzeta hevşaredariyê ya navçeyê Rahşen Yazar di pîrozbahiyê de axivî û got ku AKP siyaseteke qirêjî dimeşîne û hewl dide gel bitirsîne. Yazar, wiha domand: “Bersiva herî xweşik a li dijî van polîtîkayên qirêjî, gel bi xwe dide. Vaye gel li vir e lê hûn li ku ne?”    Namzet Ugur Kahraman jî got ku demekî kin beriya hilbijartinê xelkê Serêkaniyê biryara xwe daye û di bin sîwana DEM Partiyê de hatiye gel hev.    Pîrozbahî mîna mitîngê domiya û welatiyan heta saetên dereng ên şevê li ber stranên hunermendên herêmî govend gerandin.