Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin 2024-03-18 10:17:07   RIHA - Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di sala 2021’ê de derheqê rojnameger Nazim Babaoglû de ku 30 sal in winda ye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn vekiriye.    Di 12’ê adara sala 1994’an de ji nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû re telefonek hat û jê re hat gotin ku “li Sêweregê nûçeyeke lezgîn heye.” Babaoglû ku ji bo nûçeyê bi rê ket, ji wê rojê heta  niha tu agahî jê nayên girtin. Piştî windakirina rojnameger Babaoglû, malbat û hempîşeyên wî yên di rojnameya Ozgur Gundemê de bi salan ji bo hiqûqê têkoşiyan. Di vê pêvajoyê de malbat û hempîşeyên wî ji ber lêpirsîna nedihat kirin, bi derfetên xwe şahid peyda kirin. Malbatê bi dozger û hêzên ewlekariyê yên demê re hevdîtin kir û ji bo dozgerî li şahidên ku malbatê bi derfetên xwe peyda kiribûn were guhdarîkirin, daxwazname da.    DI PÊVAJOYA DARAZÊ DE BIRYARÊN LI DIJÎ MALBATÊ HATIN DAYÎN    Wê demê welatiyekî ku birayê wî winda, got ku dema li birayê xwe digeriya Nazim Babaoglû li mala Sedat Bucak dîtiye û ev agahî bi malbata Babaoglû re parve kir. Malbatê jî îfadeyên endamên malbata xizmên xwe windakirin û hemû delîl radestî Dozger bi Rayeya Taybet a Amedê yê demê Ahmet Karacan kir. Piiştî van îfadeyên hatin qeydkirin û delîlan, li Dozgeriya Rihayê gilî hate kirin. Dozgeriyê jî bi hinceta “delîl kêm in” ev gilî red kir û nehişt lêpirsîn veguhere teqîbatê.    Malbatê piştî pêvajoya lêpirsînê ya 10 salan, biryara heyî bir Dadgeha Bilind lê belê dosya li vir jî 10 salan hate sekinandin. Piştî biryara neyînî ya Dadgeha Bilind a di sala 2018’an de, malbatê îcar serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê 5 sal piştre biryar xwe da û serlêdana malbata Babaoglû ya di çarçoveya “binpêkirina mafê jiyanê” de hatiye kirin bi îdiaya ku lêpirsîn didome û rêyên serlêdanê nehatine qedandin, got; “Nayê qebûlkirin.” Di heman demê de AYM’ê îdia kir ku îdiayên mafê darizandina adilane hatiye binpêkirin jî bêbingeh in û biryar da ku ev daxwaz nayê qebûlkirin. Her wiha dadgehê ji bo serlêdana binpêkirina darizandina di dema maqûl a malbata Babaoglû jî nirxand û got: “Ev daxwaz dikare were qebûlkirin” û biryar da ku ji bo lêçûnên malbatê 12 hezar TL tazmînat were dayîn.    LI GORÎ AYM’Ê BABAOGLÛ YÊ KU 30 SAL IN WINDA YE HÊJ DIJΠ   AYM’ê ji malbatê re biryara xwe ya bihincet teblîx kir û têkildarî endamên malbatê got “Ji endamtiya rêxistinê ya dem bi dem û propagandayê qeyda wan a sabiqeyê heye û li dadgehan hatine darizandin.” Di heman demê de destnîşan kir ku di qeydên nifûsê de lêkolîn hatiye kirin û îfadeya “Nazim hêj jî dijî” hate bikaranîn.    LI GORÎ DOZGER BABAOGLÛ YÊ AYM’Ê DIGOT HÊJ DIJÎ MIRÎ YE    Parêzerên malbatê herî dawî li ser UYAP’ê lêpirsîn kirin û dan zanîn ku hejmara rasteqîn a lêpirsîna têkildarî Nazim Babaoglû di sala 2015’an de hatiye guherîn û li dosyaya ku Babaoglû weke “kuştî” hatiye nîşandan îcar gumanbarekî lêgerîna wî heye lê hatiye bicihkirin û derket holê ku di sala 2021’ê de derheqê Babaoglû de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hatiye destpekirin. Ji ber biryara bisînorkirinê ya derheqê her du dosyayan de, parêzer û malbat nikarin derheqê dosyayê de agahiyên berfireh bi dest bixin.    ‘MALBATÊ SERÎ LI DMME’YÊ DA’   Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê parêzer Mûstafa Vefa têkildarî mijarê axivî. Vefa, bi bîr xist ku Babaoglû di 12’ê adara 1994’an de ji bo nûçeyê çûye Sêweregê û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Vefa, bi domdarî got ku ji wê rojê ve malbat ji bo hiqûqê têdikoşe lê tu encam bi dest nexistine. Vefa, ev tişt anî ziman: “Herî dawî piştî biryara AYM’ê, malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Lê belê di vê pêvajoyê de geşedanên balkêş qewimîn.”    ‘JI BO DOSYAYÊ BIRYARA BISÎNORKIRINÊ HEYE’   Di berdewamê de Vefa daxuyand ku di sala 2015’an de derheqê Babaoglû de lêpirsîneke ku tê de weke “kuştî” tê qebûlkirin hatiye vekirin û ev agahî dan: “Dosyaya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatiye vekirin û biryara bisînorkirinê heye. Li dijî wê îtîraz hate kirin lê encamek jê derneket. Malbatê serî li ÎHD’ê da û me jî xwest dosyaya Nazim Babaoglû bipirsin. Me li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê lêpirsîn kir û di lêpirsînê de xuya bû ku lêpirsîn di sala 2015’an de hatiye destpêkirin û Babaoglû weke ‘kuştî’ hatiye pênasekirin. Her wiha em hîn bûn ku di dosyayê de kesek jî weke ‘gumanbar’ cih digire. Lê tevî hemû israrên me jî agahî nehatin parvekirin. Di dosyayê de kesekê ku em nizanin kî ye heye û derheqê wî de biryara girtinê heye. Dosya li cem dozgerê TEM’ê ye. Ev dosyaya bi biryara bisînorkirinê ji sala 2015’an ve didome. Em nikarin xwe bigihînin vê dosyayê û ev bi tena serê xwe binpêkirina maf e.”    DERHEQÊ ROJNAMEGERÊ WINDA DE LÊPIRSÎNA JI ‘ENDAMTIYA RÊXISTINÊ’    Vefa, bi domdarî got ku di dema van lêpirsînan de hîn bûne ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di sala 2021’ê de derheqê Nazim Babaoglû de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîneke din daye destpêkirin. Ji bo dosyaya 2021’ê jî biryara bisînorkirinê hatiye dayîn. Me xwest ev biryara bisînorkirinê were rakirin û hem malbat hem jî parêzer bikarin xwe bigihînin naveroka wê. Ji ber ku di sala 2022’yan de li Curnê Reş hestî hatin dîtin. Hem malbata Babaoglû hem jî malbatên xizmên xwe winda kirin bi fikra ku dibe hestiyên zarokên wan bû li Curnê Reş serlêdana sûc kirin. Lê belê ji wê rojê heta niha di dosyayan de guherînek çênebû. Tenê 2 meh berê bang kirin û mînakên xwînê girtin. Em hêj jî li benda bersiva tipa edlî ne. A rast di dosyayên windakiriyan de ev rewş pir kêm diqewime. Anku li rexekî hestiyên hatine dîtin û em bi fikra ku dibe yên Nazim bûn tev li lêpirsînê bûn. Li hêla din jî pêvajoyeke derveyî me bi parêzerên malbatê re tê domandin heye. Hêj nû agahiya me ji vê rewşê bû. Diviya haya me jê hebûya bê ka di dosyaya 2015’an heta niha de li kê digerin, gumanbar kî ne û hwd. bi me re parve bikirana. Ji ber ku şahidên me ragihandine hene. Pêvajoyeke dosyayê ya didome heye. Her wiha AYM di biryara xwe de îdia dike ku Nazim ‘hêj dijî’ û dozgerî jî di lêpirsîna xwe de dibêje ‘kuştî’ ye. Du pêvajoyên ji hev qut tên meşandin. Dê hewldanên me yên hiqûqî çêbibin. Heke lêpirsîneke baş bixwazin, divê em jî te li vê lêpirsînê bibin û em dixwazin bi hev re aqûbeta Nazim hîn bibim.”    MA / Ceylan Şahînlî