Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin 2024-03-18 10:17:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.    Bi tevlibûna leşker û polîsan li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku dibe ev hejmar zêdetir bibe.    ŞIRNEX    Li navenda Şirnexê û navçeyê wê yên Cizîr, Hezex, Silopiya û bajarokê Dergûlê di danê sibehê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Ayşegul Ceylan, Yakup Durak, Reşît Umut Çagli, Agît Şerîfoglû, Ayşe Soysal, Rojhat Karavîş welatiyeke navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina 7 welatiyan nehat zanîn. Binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê tên ragirtin. Hat diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.    ÎZMÎR   Duh piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin. Îro jî di danê sibehê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Çîgliyê Leyla Tufan û gelek kes hatin binçavkirin. Di nava du rojan de li Îzmîrê 32 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji binçavkiriyên duh du zarok li Midûriyeta Şaxa Zarokan û yên din jî li Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê tên ragirtin. Li gorî agahiyên parêzeran dane, dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.    ÊLIH    Îro di danê sibehê de li Êlihê jî bi ser malan de hate girtin û 5 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Yûsûf Îslam Demîr, Halîl Olmez, Zeynep Aslan, Ayşe Akinci û Mahsûm Încî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê tên ragirtin.