Beyoglû di nelirêtiyê de sînoran nas nake: Îcar jî endama meclisê ya AKP’î girt kar 2024-03-18 10:22:05   AMED - Huseyîn Beyoglû ji roja tayînî Şaredariya Rezanê hatiye kirin heta niha bi nelirêtî û sûcên krîmînal di rojevê de ye. Beyoglû, îcar jî Seroka Baskê Jinan a AKP’ê û endama meclisê Guzel Kizoglû girt şaredariyê.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de Şaredariya Rezan a Amedê bi rêjeya ji sedî 71 bi dest xist. Lê belê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Huseyîn Beyoglû yê AKP’î tayînî şaredariyê kir. Beyoglû, di nelirêtî û torpîlê de tu sînorên etîkê nas nake. Beyoglû ku şaredarî veguherandiye çewlika malbata xwe, çendek hefte berê dişa xwe Denîz Gurdegîr kiribû cîgira şaredar, kurê xwe Mûstfa Beyoglû girtibû kar û niha jî Seroka Baskê Jinan a AKP’ê û endama Meclisa Şaredariya Rezanê Guzel Kizoglû weke karker girt şaredariyê.    Bi nivîsa ku Beyoglû di 19’ê kanûna 2023’yan de ji Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê re şandî re xwest Guzel Kizoglû weke Midûra Nivîsgeha Taybet were tayînkirin. Beyoglû xwe li benda bersiva wezaretê negirt û Kizoglû li Şîrketa Lîmîted a Personelan a Şaredariyê girt kar.    Hat zanîn ku ji bo Kizoglû dest bi kar bike, çar roj berê (di 14’ê adarê de) ji endamtiya meclisê îstîfa kiriye.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku derheqê Beyoglû de ji ber nelirêtî, bertîl û gelek sûcên din ên krîmînal doz hatine vekirin û ev doz hêj didomin.    MA / Mujdat Can