Rişmil ji guherînê re amade ye: Em bi biryar in, dê bi ser kevin 2024-03-18 10:30:05   MÊRDÎN - Rişmil navçeya herî biçûk a Mêrdînê ye û ji salên avabûyê heya niha bi destê partiyên desthilatê tê birêvebirin. Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê diyar kirin ku Rişmil ji guherînê re amade ye û wiha got: “Em bi biryar in, dê bi ser kevin.”   Rişmil navçeya herî biçûk a Mêrdînê ye û 9 kîlometreyan dûrî navendê ye. Navçe ji 15 hezar kesan pêk tê, her çiqas demekê bi avahiyên xwe yên dîrokî û darên xwe yên gilyazan were nasîn jî, herî dawî bi hevkariya şaredariya AKP’î û Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, projeya bi navê “nûkirina bajar” hate rojevê. Tevî nerazîbûnên welatiyan ji sedî 70’yê xaniyên dîrokî bi destê şaredarî û wezaretê hatin hilweşandin. Di navenda navçeyê de piranî welatiyên ereb, li gundên derdorê jî welatiyên kurd û suryan dijîn.   Hejmara hilbijarên Rişmilê dora 8 hezar 500’an e û ji ber qadên hilberîn û îstîhdamê lê kêm in, welatî tim ji bo kar berê xwe didin derve. Welatî û ciwanên bi piranî debara xwe bi çandiniyê û ajokariya TIR’an dikin, di demên dawî de bêhtir berê xwe dane metropolên Ewropayê.    Rişmil ji roja bûye navçe heya niha bi destê partiyên bûne desthilat hatiye birêvebirin. HDP di hilbijartina 2019’an de li navçeyê namzet dernexist û ji bo Partiya Saadetê şaredariyê bi dest bixe piştgirî dayê. Partiya Saadetê di hilbijartinê de ji sedî 48.76 deng girt lê şaredariyê bi dest nexist. DEM Partî di vê hilbijartinê de ji potansiyela xwe bawer e û ji bo namzetiya hevşaredariyê Samî Îldem û Songul Tunç diyar kir.    HER DU NAMZET MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK ESAS DIGIRIN   Namzetê Hevşaredariyê Samî Îldem ji gundê Alûca ya herêma Omeriyan e. Îldem ê di xebatên siyasî de cih digire, ewilî di sala 1989 û piştre jî di sala 1992’yan de tê girtin. Îldem ê piştî 3 salan hatiye berdan xebatên xwe yên siyasî li Edeneyê domand. Îldem diyar kir ku piştî demeke kin ê girtînê hatiye berdan û anî ziman ku ew di serê salên 2000’an de hatiya Kurdistanê û wiha axivî: “Bi kurtasî emrê me bi têkoşîna li dijî pergalê ve derbas bû. Ew mafên mirovan nas nedikirin, me jî jiyaneke li gorî xweseriya demokratîk û modernîteya demokratîk danî pêşiya xwe. Divê em ewil van xalan di jiyana xwe de bidin rûniştandin da ku karibin vê di nava civakê de jî ava bikin.”    Namzeta Hevşaredariya Rişmilê Songul Tunç jî bi eslê xwe ereb e. Tunç bi salên dirêj di xebatên kevneşopiya DEM Partiyê de cih girt, tev li xebatên jinan bû. Tunç a sala 1977’an ji dayik bûye, dayika 4 zarokan e, tevî rêveberiya navçe û navendê, bi salan e gelek karên cuda de peywir girt.    XEBAT JÎ DESTKEFTÎ Û SERKEFTIN E   Îldem destnîşan kir ku ew ji bo xizmeta gel bike, bi salan e di nava siyaseta kurd de têdikoşe û ev tişt gotin: “Ev der parçeyeke Kurdistanê ye, parçeyeke Mêrdînê ye. Me xwest ku em xizmeta vê derê jî bikin. Divê em karibin fikir û ramên partiyê bibin her cihekê. Dibe ku her kes nikaribe were li cem me lê belê em dikarin biçin her derekê. Ji ber wê em li Rişmilê pir bi moral, pir bi coş dixebitin. Armanca me ya ewil helbet bidestxistina şaredariyê ye. Heke em şaredariyê bi dest nexin jî meşandina xebatan a li vê derê dê ji bo me bibe destkeftî û serkeftinek.”   ‘EM BI BIRYAR IN, DÊ GEL QEZENC BIKIN’   Îldem da zanîn ku nifûsa Rişmîlê di bin hejmara ku li ser tabelayê dinivîse de ye û ji bo vê yekê jî bêxwedîbûna navçeyê û tunebûna îstîdamê nîşan da. Îldem anî ziman ku heke qadên îstîhdamê werin avakirin, dê bajêr karibe bibe bajareke çandiniyê û ev tişt gotin: “Lê belê heya îro tiştek nekirine. Ciwan ji ber pêşiya xwe nabînin ewilî berê xwe didin metropolên Tirkiyeyê û piştre jî metropolên Ewropayê. Ji ber wê nifûsa navçeyê temenmezin e. Şaredarî bi qasî ku heye, di destê AKP’ê de ye. Cihên ku em serdanê dikin jî dibêjin, ‘Şaredarê AKP’î tiştekî nake.’ Çi kiribe ji şexsê xwe re kiriye. Xebatê ku kiriye di holê de ye. Dema xebatek kiribin jî ji gel nepirsîne, neşêwirîne. Ji xwe re xebitîne û gel birçî, bêxanî hiştine. Me jî vê nexweşiyê, vê kêmasiyê dît. Çi ji destê me were em ê ji gel re bikin. Em ji bo bajaran çi bikin, em ê ji gundan re jî bikin. Em ê xizmetekê baş pêş bixin û dê welatî bêjin ‘xwezî berî niha DEM Partî bihata.’ Em bi biryar in, em ê bi xebat û fikrên xwe ve gelê li vê derê qazenc bikin.”    ‘EM Ê DESTÊ JIN Û CIWANAN BIGIRIN’   Namzeta Hevşaredariya Rişmilê Tunç jî bi bîr xist ku Rişmil ji navçeyên din ên Mêrdînê cudatir e û got ku tevî navçeyeke biçûk e jî di nava ciwanan de hişbir gelek zêde bûye. Tûnç bilêv kir ku ew ê vê rewşê li ber çavan bigirin, li gorî vê yekê projeyan bi pêş bixin û der barê xebatên ku dê bikin de ev agahî dan: “Em dixwazin beriya her tiştî ji destê jin û ciwanan bigirin.” Di berdewama axaftina xwe de Tûnç bi bîr xist ku şaredarê AKP’î yê heyî bi pratîkên xwe ve welatiyan bêzar kiriye û da zanîn ku ew ji ber vê yekê ji gel re bûne hêvî. Di dawiya axaftina xwe de Tunç destnîşan kir ku armanca wan ji bo Rişmilê xizmet kirine, û wiha pê de çû: “Em ê ewilî saziyên jin û ciwanan vekin. Em ê herî zêde ji bo jinan li vir bin.”    MA / Ahmet Kanbal