Girtiyê nexweş Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin 2024-03-18 10:49:36   AMED - Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ev 10 roj in di hucreya yekkesî de tê ragirtin.    Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ê 20 sal in girtî ye, di 8’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê hate kirin û pêkanînên “lêgerîna tazî” û “lêgerîna dev” lê hatin ferzkirin. Tuzun ê ev pêkanîn qebûl nekirin ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin û ew xistin hucreya yekkesî. Tuzun tevî nexweşiyên xwe yên giran ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin. Tuzun ê di lîsteya “girtiyên nexweş” a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, rewşa xwe bi malbata xwe re parve kir.    Malbata Tuzun ê nexweşiyên wî yên weke fitiqa stû û piştê, şekirê, hilberîna tumora mîde û ruviyan hene, banga hestiyariyê li rayagiştî kir.