Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin 2024-03-18 11:04:16   STENBOL - Zêdetirî milyonek kes tev li Newroza biheybet a Stenbolê bû û daxwaza azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mohra xwe li pîrozbahiyê da. Welatiyên tev li pîrozahiyê bûn wiha gotin: “Yên ku dixwazin Ocalan tecrîd bikin û ji gelê kurd dûr bixin, bila li vê qelebalixê binêrin û bibînin ku bi ser neketine.”    Yek ji navendên herî girîng ên Newroza îsal Stenbol bû û zêdetirî milyonek kes tev li pîrozbahiya li Qada Yenîkapiyê bûn. Ji bo pîrozbahiyê ji saetên zû yên serê sibehê ve ji 39 navçeyan welatî ber bi qadê ve herikîn. Welatî bi cil û bergên kurdî, bi berstû û şalên kesk, sor û zer ketin qadê û qad tije kirin. Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk mohra xwe lê da. Girseyê gelek caran ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kir û bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.    Em jî bi kesên tev li Newrozê bûn re axivîn.   ‘EM LI DIJÎ KESÊN ÎRADEYA ME TUNE DIHESIBÎNIN LI VIR IN’    Ji welatiyan Canan Kolaç (36) anî ziman ku Newroz îsal jî bi coş û kelecaneke mezin derbas bûye û wiha got: “Wateya Newrozê her sal cuda ye. Îsal em dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û girtî azad bibin. Sedema jî me xwest li dijî polîtîkayên zext, şer û tunehesibandinê bibêjin ‘em li vir in.’ Ew dibêjin qey bi girtin û binçavkirina me kêm dikin lê her sal em ê bêhtir qelebalix dibin. Kes nikare me bêzar bike.”   ‘EM DIXWAZIN ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’   Aysel Kulaç jî got ku ji bo Newrozê di saetên zû de hişyar bûye û ji Sûltanbeyliyê hatiye. Kulaç, wiha domand: “Yên ku dixwazin bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan wî ji gelê kurd dûr bixin, bila li vê qelebalixê binêrin û bibînin ku bi ser neketine. Em dixwazin tecrîda li ser Rêbertiya me rabe û azad bibe. Em ê bi tu awayî dev ji daxwaza xwe bernedin. Ev 45 sal in zilm û zext li ser me hene. Li cihê kurdan kî hebûya heta niha zû de serî bitewanda. Lê me serî netewandiye û dê netewînin. Îro jî em bi coş û rengên xwe li vir in. Yek ji sedema din a girîng a Newrozê jî hilbijartin in. Gelê kurd ji bo vîna xwe nîşan bide ev hilbijartin girîng e. Em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Dixwazim her kes xwedî li vîna xwe derkeve.”   ‘GELÊ KURD BI XWÎN Û CANÊ XWE BEDELÊN GIRAN DA’    Ji welatiyan Rahîme Kurkçu (47) jî anî ziman ku ev 28 sal in tev li hemû Newrozan bûye û ev tişt anî ziman: “Di salên 90’î de ku zextên giran hebûn, me lastîk dişewitandin û Newroz pîroz dikir. Gelê kurd ji bo Newroz îro bi awayeke azad were pîrozkirin bi can û xwîna xwe bedelên giran da. Lewma em ji bo agirê Newrozê dibêjin, agirê azadî û berxwedanê. Newroza îsal jî ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bû. Ev sê sal in agahî jê nayên girtin. Di şexsê Abdullah Ocalan de gelê kurd tecrîd dikin. Ji bo şikandina tecrîdê, divê em bibin dengê zindanan. Qada Newrozê bi vê daxwazê tije bû. Gelê kurd dê tu caran serî netewîne. Heta ku rêbertiya me azad dibe jî dê ev têkoşîn bidome. Bijî Serok, bijî Newroz, bijî kurd û Kurdistan.”   ‘EZ AŞTÎ Û EDALETÊ DIXWAZIM’   Necla Aktay a 44 salî jî diyar kir ku ew bi cil û berg û bi laçika xwe ya spî hatiye Newrozê û wiha got: “Min xwest bibim kevoka aştiyê. Em bi daxwaza aştiyê li vir in. Em naxwazin êdî tu dayik bigrîn. Em ji bo vê têkoşiyan. Bi sedan Dayikên Aştiyê di Nobeta Edaletê de ne. Bi sala ye ji bo me daxwaza aştiyê dikin. Girtiyên me hene. Sal bû 2024 lê hêj jî em rastî zextan tên. Ji cilên kurdî yên zarokên çar salî ditirsin. Dijminatiyê li zarokan, li jinan û hebûna gelê kurd dikin. Em li dijî dijminatiyê ne. Hêvîdarim Newroz bibe wesîleya aştî, edalet û wekheviyê. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin.”    ‘NEWROZ JI BO ÎKTÎDAR Û HÊZÊN SERDEST PEYAMEKE’    Ahmet Ece (49) ku tevî hevjîna xwe tev li Newrozê bûye jî wiha axivî: “Her sal wateya Newrozê diguhere. Newroza îsal weke Newroza azadiyê tê pênasekirin. Tecrîda li er birêz Abdullah Ocalan didome. Ev sê sal in nikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelê kurd. Ev Newroza biheybet peyameke ji îktîdar û hêzên serdest re. Hêvîdarim vê peyamê baş fêm bikin û di demekî kin de bersivê bidin. Ji ber ku ev gel dixwaze tecrîd were rakirin û Ocalan azad bibe. Ev tecrîd teqez dê bê şikandin û gelê kurd tevî rêberê xwe azad bibe.”    ‘EV NEWROZ BERSIVA 31’Ê ADARÊ YE’   Ji welatiyan Ceylan Turgut jî xwest Newroza îsal bibe wesîleya aştî û azadiyê. Turgut, xwest ku girtiyên siyasî bên berdan û wiha pê de çû: “Bi hezaran kesên bi dengên gelê kurd hatine hilbijartin girtî ne. Kesên em hildibijêrin tên girtin û li şaredariyan qeyûman tayîn dikin. Tu kes nikare îradeya me xesp bike. Ev qelebalix her wiha bersiva hilbijartina 31’ê Adarê ye. Bila her kes xwedî li vîna xwe derkve.”    ‘EM Ê LI GEL DOZA XWE BIN’   Têkildarî mijarê Emîne Onal jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Di serî de ez Newroza Abdullah Ocalan pîroz dikim. Dixwazim polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin. Yek rêbertiya me nebe, em jî tune ne. Ev sê sal in agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Em çima nikarin agahiyan jê bigirin? Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re tê astengkirin? Ev tiştekî dermirovî ye û em qebûl nakin. Bi sala ye li dijî gelê kurd, li dijî ziman, çand û nasnameya me dijminatiyê dikin. Bi sala ye em dibêjin bila dayik negirîn, em vê ji bo xwe nabêjin. Em dibêjin bila ne dayikên leşkeran ne jî yên gerîlayan negirîn. Ji ber ku em vê dibêjin, me weke dijmin dibînin. Tevî her tiştekî jî em ê dev ji daxwaza azadî û aştiyê bernedin. Lê heke di şer de israr bikin jî em ê heta dawiyê li gel doza xwe bin. Ev qelebalixa di Newrozê de, bersiveke li dijî polîtîkaya tecrîd, zext û zilmê ye.”    MA / Esra Solîn Dal