Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye 2024-03-18 11:53:28   ŞIRNEX - Qeymeqamê Elkê Kemal Ulku beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî, li gel bûka namzetê hevşaredariyê yê AKP’î Kamîl Durmuş û Seroka Baskê Jinan a AKP’ê Sevîlay Ataman mal bi mal digere û alîkariyan belav dike.    Îktîdara AKP’ê ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê Adarê de bên lidarxistin, serî li her cureyên hîleyan dide û hemû derfetên dewletê bi kar tîne. Di heman demê de peywirdarên cemaweriyê jî ji bo namzetên AKP’î seferber bûne.    AKP’ê di hilbijartinên 2019’an de bi rêya veguhestina hilbijêran, şaredariya navçeya Elkê ya Şirnexê bi dest xist. Heke gotin di cih de be, xebatên hilbijartinê yên namzetê AKP’ê yê navçeyê Kamîl Durmuş ji hêla qeyemeqamê navçeyê û Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî (SYDV) ve tên meşandin.    Durmuş, di demên berê de zext li eşîrên piştgiriyê nadin wî kiribû û bi vê yekê bûbû rojev. Ji ber ku kesekî nêzî îktîdarê ye, tevahiya îhaleyên saziyên fermî ji hêla malbata Durmuş ve tên girtin. Malbata wî îhaleyên weke berîqet, bariyer û çêkirina rêyên qelekolan digire. Durmuş, bandora xwe ya li ser saziyên fermî îcar di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de bi kar tîne.    Xebatkarên Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya girêdayî qeymeqamtiyê, Seroka Baskê Jinan a AKP’ê ya Elkê Sevîlay Ataman û bûka Durmuş bi hev re mal bi mal digerin û alîkariyê belav dikin. Navê Sevîlay Ataman di nava lîsteya endamên meclisê ya ji hêla Serokê AKP’ê yê Elkê Hulusî Adiyaman eşkere kirî de cih girtibû.    PÊŞMALKÊN WEQFÊ LI XWE KIRIN Û ALÎKARÎ BELAV KIRIN    Ataman û bûka Durmuş li gel ku tu eleqeya wan bi weqfê re nîne jî pêşmalkên weqfê li xwe kirin, alîkarî belav kirin û wêneyên wan jî li ser hesabên medyaya dijîtal ên fermî yên qeymeqamtiyê hatin parvekirin.    QEYMEQAM JÎ TEV LI BÛ   Di xebateke belavkirina alîkariyan de qeymeqamê navçeyê Kemal Ulku, serokê weqfê Uçar, Ataman û bûka Durmuş jî cih girtin. Di parvekirina hesaba X’ê ya fermî ya qeymeqamtiyê de jî wiha hate gotin: “Qeymeqamê me birêz Kemal Ulku tevî Midûrê SYDV’ê birêz Alî Uçar serdanên xwe yên malan didomînin. Qeymeqamê me di serdanan de bi welatiyan re sihbet kir û li daxwaz û pêdiviyên welatiyan guhdarî kir.”