Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin 2024-03-18 11:57:46 ÇEWLIG - Bi sedan kes bi cilên xwe yên netewî tev li Newroza ku piştî 12 salan li Kanîreşê hate pîrozkirin bûn. Parlamenter Salîha Aydenîz a di pîrozbahiya tevî barîna berfê jî coş lê zêde bû de axivî, wiha got: “Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftine ye” li 57 navend û li sedan cihan tê pîrozkirin. Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê ku yek ji van navendane jî piştî 12 salan cara ewil e Newroz tê pîrozkirin. Bi sedan welatiyan ji bo pîrozbahiya Newrozê di saetên zû yên serê sibehê de ji gund û taxan berê xwe dan qada Newrozê.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Saliha Aydenîz, Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Faruk Hulaku, namzetên hevşaredariyê yên Çewligê Çîçek Arîç û Aydin Burçun, namzetên hevşaredariyê yên Kanîreşê Zuhre Eroglû û Mehmet Genç tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.    Newroz bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê bi coşeke mezin û ligel dirûşma “Bijî Serok Apo” hate vêxistin.    Piştî vêxistina agir, namzeta hevşaredariya Kanîreşê ya DEM Partiyê Zuhre Eroglû axivî. Eroglû, ji bo tevî hewayê sar û barîna berfê li qadê bûn spasiyên xwe pêşkeşî gel kirin û wiha got: “Gelê Kanîreşê berxwedêr e, ji bo serbikeve dê her tiştî bike. Lê gel weke ku ne xwediyê vir ê esas in weke ku ji aliyekî din ê cîhane hatine vir mûamele lê tê kirin. Em ê li vir ji bo zêdetir weke mirovan bijîn, bi hev re em ê ji wan tişta ku ya me ye bistînin. Şeva 31’ê Adarê em ê li vir bi hev re govendê bigerînin. Dem dema Kanîreşê ye.”   Pişt re parlamenterê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Farûk Hulaku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalna a di Newroza Amedê ya sala 2013’an de hatibû xwendin, xwend.    Dû re parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz axivî û wiha got: “Îro we li ber vê berfa dibare careke din vîna xwe nîşan da û qad tejî kir. Kesên dibêjin ‘me vîna kurdan şikand’ bila baş li vê qadê binêrin. Newroz, ligel serhildan û berxwedanê vîna jiyana bi hev re ye. Em ji ber vê yekê dibêjin, em ê agirê Newrozê heta dawiyê gur bikin.”   ‘TERORÎSTÊN ESAS KESÊN QEYÛM TAYÎNKIRINE NE’    Aydenîz, da zanîn ku welatiyekî ku xwest bi stûmala Selahattîn Demîrtaş bikeve qada Newrozê hate astengkirin û Demîrtaş “terorîst” hate îlankirin û wiha berdewam kir: “Em jî vir dibêjin ku, ne hevalên me yên ji bo azadiyê li ber xwe didin, kesên ew avêtine girtîgehê terorîst in. Kesên ziman û statuya gelê kurd qebûl nekin, kesên qeyûm tayînî şaredariyên me kirin terorîst in. Heta ku gelê kurd azad nebe, gelê tirk jî azad nabe. Ji ber vê yekê ji bo azadiya me hemûyan, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê em têdikoşin.”   Aydenîz, bi lêv kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê yekane muxatab Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro dewleta Tirkiyeyê ji ber ne demokratîk e her roja ku diçe meseleya kurdan kûrtir dibe. Yekane muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber ku birêz Ocalan ji bo aştî û demokrasiyê têkoşiya îro di bin tecrîdê de ye.    Tecrîd îro ne tenê li Îmraliyê li her derê ye. Ji ber vê yekê heta ku ev tecrîd were rakirin divê em têkoşîna xwe zêdetir bikin. Tecrîd weke teşeyeke rêveberiyê tê bi rê ve birin. Bi vê tecrîdê hewl dide şer zêde bike. Hewl didin kurdan bê statu bihêlin. Bi vê tecrîdê hewl didin polîtîkaya qeyûman pêş ve bibin. Em dibêjin ku heta ku ev tecrîd were rakirin û birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Piştî axaftinan pîrozbahiya Newrozê bi gotina stranên hunermend Mizgîn Tûran û Denîz Esmer berdewam kir. Bi sedan kesan tevî hewayê sar û barîna berfê govend gerandin. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.