Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin 2024-03-18 13:08:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku dagirkirina Efrînê sûcekî li dijî mirovahiyê bû û ew ê Efrînê dîsa rizgar bikin. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi daxuyaniyekê dagirkirina Efrînê şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriyê li raya giştî ya cîhanê kir.    Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera şeşemîn a dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî nûçeya ANHA’yê; YPG’ê diyar kir ku dewleta tirk di sala 2018’an de bi teknolojiya şer a herî pêşketî, bi piştevaniya hêzên navneteweyî û bi bikaranîna komên paramîlîter piştî êrişeke 58 rojan Efrîn dagir kiriye. YPG’ê di berdewamê de berxwedana li dijî êrişê bi bîr xist û got ku berxwedaneke bêhempa bû ku di dîrokê de mînaka wê nehatibû dîtin.    ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME YA JI BO AZADKIRINA EFRÎNÊ BIDOME’   YPG’ê da zanîn ku dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di nava 6 salan de li Efrînê her cureyên sûcên li dijî mirovahiyê kirin û wiha got: “Dagirkeriya li Efrînê sûcekî li dijî mirovahî û hiqûqa navneteweyî ye. Em weke YPG’ê carek din destnîşan dikin ku heya azadkirina axa Efrînê û hemû herêmên xwe yên dagirkirî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi vê boneyê em hemû hevrêyên xwe yên ku di berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûne bi hurmet bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê di şopa wan de şerê azadiyê mezintir bikin."   RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ DAXUYANÎ DA   Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi boneya dagirkirina Efrînê li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen ve hate xwendin. Hesen, da zanîn ku Efrîn beriya sala 2018’an mînaka jiyana demokratîk û pêkvejiyanê bû û hemû gel û bawerî bi hev re dijiyan. Hesen, bi bîr xist ku di nava 6 salan de ji zilm, îşkence, guhertina demografyayê, guhertina ol û bawariyê, kuştin, talankirina xwezayê, revandin, tecawiz, xirakirina cihên pîroz hwd. heta gelek binpêkirinên din li Efrînê hatin kirin. Hesen, bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî dagirkeriya li Efrînê xwedî helwest bin û dawî li dagirkeriyê bînin. Hesen, got; “Efrîn û Şengal yek e” û dagirkirina Efrînê bi tundî şermezar kir.