Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin 2024-03-18 13:46:03   ENQERE - Siyasetmedarên di Doza Kobanê de li dijî lêpirsîna girtinê parastin kirin, ji bo Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanakê ya dîl girtî deng xwestin.    Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Di danişîna hate lidarxistin de rewşa girtinê ya girtiyan hate nirxandin. Girtiyan di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de li dijî lêpirsîna girtinê parastin kirin.    URKUT: HATE FÊMKIRIN KU ÎDIA LI MASEYÊ HATINE ÇÊKIRIN    Di danişînê de ewilî siyasetmedarê girtî Alî Urkut axivî. Urkut, diyar kir ku di dosyayeke hatiye li ber qedandinê de nirxandina rewşa girtinê li gorî qaydê tê kirin û anî ziman ku ew bi xwe jî dê li gorî qaydê tiştekê bibeje. Urkut, axaftina xwe wiha domand: “3 sal in darizandin tên kirin. Derket holê ku şahid derewan dikin. Bi awayekî zelal derket holê ku îdiayên dozger çiqas vala ne û çiqas li ser maseyê hatine çêkirinin. Bi temamî ji ber sedemên siyasî em ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Sedem me li dijî DAIŞ’ê parvekirinek kiriye û bang li gel kiriye ku hestiyar be. Me ji desthilatê jî xwestiye ku li dijî Kobanê bihestiyar be, ambargoya li dijî gelê Kobanê rake. Niha dozgerî hewl dide serê bûyerê bigire, berovajî bike û faîlên rast bibîne. Dîrok vê yekê qebûl nake, em jî qebûl nakin. Em jî niha van îdiayên derveyî rastiyê red dikin.”   ALTINORS: BANG LI HERKESÎ DIKIM KU DENGÊ XWE BIDIN KIŞANAK Û OZTURK   Pişt re siyasetmedar Alp Altinors ê girtî parastin kir û Newroza kesên tev li danişînê bûne pîroz kir. Altinors ev tişt gotin: “Em di salvegera girtina xwe ya çaremîn de ne. Twîteke ji çend rêzan û girtineke çar salan. Îro li vir Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Enqereyê Ozturk Turkdogan di navbera me de ye. Ez bawer im Gultan xanim jî dê bi SEGBÎS’ê tev li bibe. Ez spasiyên xwe pêşkeşî her du namzetan dikim ku vebijêrkek pêşkeşî gelê Enqereyê kirine. Ez bang li hemû demokrat û mirovên li Enqereyê dikim ku dengên xwe bidin Gultan Kişanak û Ozturk Turkdogan. Ez bi xwe jî dê di vê çarçoveyê de dengê xwe bikarbînim.”   ‘YA KU TÊ DARIZANDIN TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê YA LI KOBANÊ YE’    Altinors, pişt re di çarçoveya dozê de parastin kir û wiha berdewam kir: “Ya ku li vir tê darizandin di kesayeta banga me de piştevaniya gelan e. Ya ku li vir tê darizandin di kesayeta banga me de têkçûna Daişê ya li Kobanê ye. Armanca banga me zelal e. Ji bo piştevaniyê ye û birûmet e. Zelal e ku ev bang di kîjan dîrokê de di kîjan şert û mercan de hatiye kirin. Ya ku hatiye kirin bangeke protestoyeke demokratîk e. Ji bo ku me ev yek kir hûn jî vê yekê ji me re rewa dibînin. Hêvî dikim ku ev rewşa girtina neheqî bi dawî bibe. Di vê navberê de Fîgen başkan û Gultan başkan jî hatin eywana SEGBÎS’ê. Ez ji vir wan silav dikim. Ji bo namzetbûnê Gultan başkanê pîroz dikim, ji rê serkeftinê dixwazim. Dengê me ji bo we ye. Lê tenê em dikarin sê dengan bikarbînin, mixabin dengên hevalên me yên din ên girtî nîne.”   AYLA AKAT: WE MAFÊ ME YÊ HILBIJARTINÊ JI DESTÊ ME GIRT   Siyasetmedara dîl girtî Ayla Akat Atayê jî bi silavdayîna herkesên ku ew tenê ne hiştin re dest bi axaftina xwe kir. Ata ku qala kampanyaya hilbijartinê ya Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak kir, wiha got: “Em li ser gelek hûr dibin ku em ê bikarin çawa piştgiriya kampanyaya hilbijartinê ya Gultan başkanê bikin. Di vê mijarê de nîqaşên me yên cidî çêdibin. Lê divê em vê bînin ziman ku me di hilbijartina beriya niha de deng bikardianî lê di hilbijartinên 31’ê Adarê de mafê me yê bikaranîna dengan hate astengkirin. An ku bi ragirtina me ya li girtîgehan tenê mafê me yê hilbijartinê ji destê me nehate girtin, di heman demê de mafê me yê dengdayîn ê jî ji destê me hate wergirtin.”   ‘ÎDIAYÊN HATIN PÛÇKIRIN HÛN DIKIN SEDEMA GIRTINÊ’    Ata, wiha berdewam kir: “Birêz serokê dadgehê hûn sal û nîvên dawî ne vê lêpirsîna girtinê dikin. Hinceta rewşa girtinê ya tu hevalên me nehate guhertin. An ku têkildarî rewşa me ya girtinê gotineke ku bibêjin nema ye. Çawa ku ji bo me bigirin we nekarî hincetekê biafirînin, ji bo girtî darizînin jî we nekarî tu hincetan biafirînin. Çawa ku hinceteke we nema ku bînin ziman, gotineke me jî ya têkildarî hincetên we de nema birêz dadger. Derewên şahidan hatin pûçkirin. Belgeyên ji meqamên têkildar hatin xistin dosyayê û ew hemû hatin pûçkirin. Lê hûn hêj ew îdia û belgeyên hatine pûçkirin dikin sedemê girtina me. Daraz ne tenê amûreke îdeolojîk e her wiha weke amûreke zextê jî tê bikaranîn.”   AYNÛR AŞAN: HÛN TUNDIYÊ 3 QATAN ZÊDE DIKIN    Siyasetmedara din a dîl girtî Aynûr Aşan jî wiha got: “Barê me jinan ê di nava civakê de ji du qatan zêdetir giran e. Lê hûn bi van darizandin, van pêvajoyên girtîgehê, zindanan barê me 3 qatan zêde dikin. Ji ber vê yekê em li dijî vê tundiyê têdikoşin. Gotineke me ya ku em bêjin me berdin jî nema. Ji ber ku temamê van gotinan me gotin. Bi rastî heke ji bo we wateyeke gotinê hebe, wateyeke gotina me hebe û niyeteke we ya baş hebe, me ev tişt hemû gotin ji xwe.”   Danişîn bi parastina Gultan Kişanakê berdewam dike.