Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin 2024-03-18 14:04:02   WAN - Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran hate pîrozkirin. Yên tev li pîrozbahiyên Newroza Wanê bûne azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd xwestin û wiha gotin: “Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin.”    Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran kesan hate pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di axaftinên xwe de bal kişandin ser tecrîda Îmraliyê ya 25 sal in dom dike. Hevserokan diyar kirin ku dikare bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re muzakere werin kirin û anîn ziman ku ji bo vê yek ê jî hewce ye Ocalan azad be.    Welatiyên ku me mîkrofon dirêjî wan kirin, nêzî peyamên ku siyasetmedaran di Newrozê de dabûn axivîn. Welatiyan bertek nîşanî tecrîdê dan û destnîşan kirin ku dê çareseriya pirsgirêka kurd, bi azadiya Ocalan pêkan be.    ‘OCALAN AZAD BE, DÊ AŞTIYA DEMOKRATÎK WERE AVAKIRIN’   Ji welatiyan Mîrhan Akin bi bîr xist ku Newroz mizgîniya bihar û aştiyê ye. Akin got ku kurd di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û bi lêv kir ku pirsgirêka kurd êdî bûye pirsgirêkeke neteweyî.   Mîrhan Akin   ‘OCALAN AZAD BE ÇARESERÎ TÊ AVAKIRIN’   Akin wiha axivî: “Polîtîkayên aborî û siyasî yên Tirkiyeyê têk çûne. Êdî divê Tirkiye vê pirsgirêkê çareser bike. Ew jî dizanin ku heya pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, dê tu pirsgirêk neyên çareserkirin. Lê belê kesek ji bo vê yekê gavekê navêje. Divê pirsgirêka kurd bi çareseriyên demokratîk were çareserkirin. Ji ber vê jî divê azadiya birêz Ocalan were pêkanîn. Ev 100 sal in kurd di bi gotina “biratiyê” hatin xapandin. Ez hêvî dikim ev Newroz bibe azadî û xelasiya kurdan. Berî her tiştî em azadiya birêz Ocalan û Kurdistana birûmet dixwazin. Dem dema azadiya Ocalan e. Heya ku Ocalan azad nebe dê kurd azad nebin. Heke birêz Ocalan azad be, dê çareseriya demokratîk were avakirin.”    Makbûle Mamuk a ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî xwest jî ev tişt gotin: “Niha ji bo birêz Ocalan di girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê dom dike û dayikên me Nobeta Edaletê digirin. Ez li ber têkoşîna hemûyan bejna xwe ditewînim. Êdî divê tecrîda li dijî Ocalan were rakirin. Divê kurd ji bo vê yekê têbikoşin.”    ‘EM JI KELEHA WANÊ BERSIV DIDIN’   Naîf Teker çalakiyên grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de dom dikin bi bîr xist û wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin bi mehan e dom dike. Sedema vê yekê jî serî rakirina neheqiyên li dijî kurdan e. Dema dibêjin kurd hemû dibin yek. Yên ku di Meclisê de mikrofona li ser axiverên kurdî qût dikin, li kolan bi kurdî deng dixwazin. Em van polîtîkayan qirêj qebûl nakin. Em edaletê dixwazin. Wekî hemû mirovan, em jî mafên xwe dixwazin. Ji ber vê yekê em ji Keleha Wanê bersiveke xurt didin.”    Naîf Teker   ‘DIVÊ DEWLET ÊDÎ DAXWAZÊN ME BIZANE’   Azîze Çakir, xwest ku Abdullah Ocalan ê ev 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin azad bibe û ev tişt anî ziman: “Ev 100 sal in, em mafên xwe û aştiyê dixwazin. Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin. Ji ber em bi zimanê xwe diaxivin, me dixin girtîgehan. Zarokên me ditirsin ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin. Em wek gel, bi kombûna qadên Newrozê bersivê didin. Divê dewlet me nas bike û hebûna me qebûl bike.”    Azîze Çakir   Nûrî Gul jî di axaftian xwe de diyar kir ku Newroz ji bo wan tê wateya vejîn û têkoşînê û ev tişt gotin: “Tecrîd ne tenê ser birêz Abdullah Ocalan tê sepandin, ser gelê kurd jî tê sepandin. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Heke em bibin yek û bi hev re rabin ser piyan, dê ev tecrîd bi dawî bibe. Îro sedema ewqas xizaniyê ev şerê qirêj e. Bila ev şer dawî bibe û mirov aram bibin.”    Nûrî Gul   ‘EM WEKÎ KAWAYÊ HESIKAR SERÎ RAKIN’   Sadrettîn Şen   Sadrettîn Şen jî destnîşan kir ku dema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî hate azadkirin, dê pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din yên girêdayî pirsgirêka kurd jî çareser bibin û wiha bi lêv kir: “Heqê me, hiqûqa me ji me hate stendin. Heke birêz Ocalan azad bibe, dê grevên birçîbûnê bi dawî bin û dê azadî çêbe. Hêj jî axa me di bin dagirkeriyê de ye. Niha hilbijartinek nêz dibe, her dengê ji pergela re tê dayîn, tê wateya tunebûna Rojavayê. Em bibin yek. Wekî ku Kawayê Hesinkar li hember zilmê serî hildaye em serî hildin.”