Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e 2024-03-18 14:19:02   QERS - Tevî barîna berfê jî li Dîgorê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Divê pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re bê çareserkirin. Muxatabê yekemîn ê çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e.”      Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser Cadeya Mîllet a li navçeya Dîgor a Qersê Cejna Newrozê pîroz kir. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Rêxistina DEM Partiyê ya Dîgorê, namzetên hevşaredariyê yên Qers û Dîgorê û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Tevî barîna baranê jî bi sedan kes tev li pîrozbahiyê bûn. Jin û zarok bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Welatiyan heta demekî dirêj li ber stranan govend gerandin.      Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rosa Îldan axivî. Îldan, anî ziman ku tevî hewayê sar jî gel hatiye Newrozê û ev tişt anî ziman: “Dîgor wateya jiyanê ye, yek ji qadên têkoşîn û berxwedan lê destpêkirî ye. Em bawerin ku dê gelê me hafizeya berxwedanê heta dawiyê biparêze.”    KOÇYÎGÎT: POLÎTÎKAYA RED Û ÎNKARÊ ÎFLAS KIR   Piştre jî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. Koçyîgît, bal kişand ser girîngiya Newrozê û ev tişt anî ziman: “Newroz azadî û aştî ye. Newroz berxwedan e. Newroz li gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz be.”    Bi domdarî Koçyîgît qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê ya girtiyên siyasî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newroza girtiyan pîroz be.” Di vê navberê de girseyê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Koçyîgît, diyar kir ku girtiyan ji bo pêşeroja gelên Kurdistan û Tirkiyeyê berpirsyartî li xwe girtine û wiha pê de çû: “Ev sed sal in pirsgirêkek heye. Pirsgirêka wekhevî û statûyê ya gelê kurd heye. Pirsgirêka hebûnê ya gelê kurd heye. Di dorpêça red, tunehesibandin û pişaftinê de ye. Me êdî sedsalek li pey xwe hişt. Sedsaleke nû dest dike. Ji bo gelê kurd jî di vê sedsalê de hebe divê aştî bê. Aştiyeke birûmet dikare aramiyê bîne vî welatî. Dê bi xwe re pêkvejiyanê bîne. Polîtîkaya red û tunehesibandinê ya sedsalî êdî îflas kiriye.”    'MUXATABÊ YEKEMÎN ABDULLAH OCALAN E’   Koçyîgît, anî ziman ku divê pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re were çareserkirin û ev nirxandin kir: “Birêz Ocalan ku tecrîdkirî ye, muxatabê yekemîn ê çareseriya pirsgirêka kurd e. Lewma divê tecrîd were rakirin.” Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Koçyîgît, daxuyand ku ji bo çareseriya meseleya kurd divê heke li xwe berpirsyartiyê bigire û ev tişt anî ziman: “Divê sedsaleke din ji dest me neçe. Em nikarin sedsalên din jî di mercên koletiyê de bijîn. Vaye duh li qadên Newrozê li Stenbol, Colemêrg, Şirnex û Wanê bi sedhezaran kesan ev rastî qêriyan. Gelên kurd û tirk aştiyeke birûmet, demokrasî û azadiyê dixwazin. Tayyîp Erdogan ji serê sibehê heta êvarê ji bo Kurdistanê dibêje ‘teroristan’ û şerekî nû dide destpêkirin. Em li vir dîsa bibêjin; Kurdistanê welatê me ye, xaka me ye. Li her çar parçeyan gelê kurd dixwaze wekhev û azad bijî.”   'EM DI BIN DARA DEM PARTIYÊ DE BÊN CEM HEV’   Di berdewamê de Koçyîgît bal kişand ser êrişên li dijî zimanê kurdî û wiha axaftina xwe wiha qedand: “AKP di propagandaya xwe de zimanê kurdî bi kar tîne. Vê zîhniyetê baş nas bikin; li Enqereyê dibin tirk li Kurdistanê kurdbûn tê bîra wan. Dev ji dengan berde, divê mirov silav jî nede van. Di vê hilbijartinê de her dengê hûn didin AKP’ê, ji bo tifaqa JÎTEM’ê diçe. Dema hûn dengê xwe didin AKP’ê divê hûn bizanin ku dengê we ji bo faîlên cînayetên kiryarnediyar Agar û Çîllerê diçin. Ji bo MHP’ê diçin, ji bo tank û tifingan diçin. Lewma em dibêjin ku em yekitiya xwe xurt bikin. Bila dengê yek kurdekî ji bo van neçe. Bila dengên kurdan di bin dara DEM Partiyê kom bibin. Bila DEM Partiyê mezin bike. Bila têkoşîna gelê me mezin bike.”    Piştî axaftinan jî hunermend Ayşe Şefaqî û Adil Şerzat derketin ser dikê. Tevî barîna baran û berfê jî welatiyan bi hunermendan re stran gotin û govend gerandin. Pîrozbahî bi stranên Newrozê bi dawî bû.