Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin 2024-03-18 14:48:10 ÊLIH - Li navçeya Sasonê hemû agahiyên mamosteyên ku dê di hilbijartinê de peywîrê bigirin heta nimreyên TC’yên wan yek bi yek bi gotina “ji me ye” û “ji aliyê din e” hatin parvekirin. Hate îdiakirin ku lîste ji aliyê Rêxistina AKP’ê ya Navçeyê ve hatiye amadekirin.    Li navçeya Qabilcewzê (Sason) ya Êlihê lîsteya mamosteyên ku dê diroja hilbijartinê peywîrê bigirin li gel nav û paşnav, nimreya TC’yê û dibistanên ku lê dixebitin yek bi yek weke ku “ji me ye” û “ne ji me ye” hatin îşaretkirin. Li serê lîsteyê bi awayekî ku “Kesên ji Sasonê ne û dê bidin me, li lîsteyê nayên zêdekirin û dê li navendê peywîrê bigirin” , “Kesên ku dê bidin me bila bi awayekî ku li navendê deng bikarbînin bên peywîrdarkirin” , “Kesên ji Sasonê ne û li dijî me ne, dikarin li gund bên peywîrdakirin” û “Kesên li dijî me ne bila li gundan bên peywîrdarkirin, bil ali navendê neyên peywîrdarkirin” nîşe hatin nivîsîn. Hate îdiakirin ku lîste ji aliyê Rêxistina AKP’ê ya Navçeyê ve hatiye amadekirin û tê axaftin ku dibe heman rewş li navçe û bajarokên din jî hebe.    LIJNEYA HILBIJARTINÊ DAXUYANÎ DA   Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Sasonê derbarê lîsteyê de daxuyanî da û ev agahî parvekirin: “Di rojên dawî de Serokatiya me jî ji lîsteyên hin peywirdarên cemaweriyê yên li navçeyê dixebitin li ser hin qenalên ragihandinê cih girtine hatiye agahdarkirin û em nizanin ji aliyê kê ve, kengî, bi çi awayî û bi kîjan armancê lîsteyên mijara gotinê hatine amadekirin.”   GILÎ KIRIN    Lijneyê ragihand ku giliyê parvekirina hatiye kirin li Serdozgeriya Komarê ya Sasonê kirine û li ser giliya wan dozgeriyê lêpirsîn daye destpêkirin.    EGÎTÎM SEN’Ê BERTEK NÎŞANÎ PARVEKIRINA AGAGIYAN DA   Serokê Şaxa Egîtîm Sen’a Êlihê Ramazan Bîlmez ê têkildarî mijarê axivî, anî ziman ku dê parvekirina agahiyên perwerdekaran bişopînin û wiha got: “Îro hevalekî me yê li navçeya Sasonê dixebite lîste ji min re şand, li ser vê yekê ez li Miduriyeta Perwerdê ya Sasonê geriyam, got agahiya wan ji rewşê nîne û cara ewil e ji min dibîhisin û dê bûyerê ji qeymeqamtiyê re ragihînin. Pişt re nivîsa lijneya hilbijartinê ya navçeyê ya derbarê mijarê de bi min re parve kir.    Dema me lîste kontrol kirin ji 75-80 kesên ku li hemberî navê wan ‘ji aliyê din e’ hatiye nivîsîn 6 jê endamên me ne, zêdetirî 100 mamosteyên ku li hemberî wan ‘ji me ye’ hatiye nivîsîn jî kesek endamê me ye. Ev lîste ji aliyê kê ve hatibe amadekirin bila bi lezgînî bê aşkerekirin.”   MA/ Fethî Balaman