PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan 2024-03-18 16:25:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di 30’ê hezîranê de bên lidarxistin. PDK’ê biryar da ku tev li hilbijartinan nebe.    Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê dê di 30’ê hezîranê de bên lidarxistin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) biryar da ku tev li hilbijartinan nebe. PDK’ê ji bo vê biryarê jî betalkirina kotaya kêmneteweyan nîşan da.    Polîtburoya PDK’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Em ê bi biryarên Dadgeha Federe ya Iraqê nekin û beşdarî hilbijartinên di bin siya pergale derhiqûqî, li dijî destûra bingehîn û hatiye ferzkirin nebin.”   Daxuyanî piştî civîna PDK’ê ya bi serokatiya Mesûd Barzanî hate dayîn.    PDK’ê ev nêzî 2 sal in dema peywira xwe ya Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê û hikûmetê tije kiriye lê tevî vê yekê jî hilbijartinan pêk nayîne. Ji bo lidarxistina hilbijartinan heta niha gelek caran dîrok hatin destnîşankirin lê ev hilbijartin ji ber hewldanên PDK’ê nehatin lidarxistin.    Dadgeha Federe ya Iraqê jî çendek roj berê biryar da ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê li ser 4 herêman (beriya niha pergala hilbijartinê ya yekherêmî hebû) bên lidarxistin û biryara mafê 11 kursiyan ji bo PDK’ê tên hesibandin betal kiribû.    Di çarçoveya biryarên Dadgeha Federe de jî biryar hatibû dayîn ku hilbijartin di 30’ê hezîranê de bên lidarxistin. Tê gotin ku heke hilbijartin bên lidarxistin dê PDK îktîdara xwe winda bike.