Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin 2024-03-18 16:30:51   MÊRDÎN - Welatiyê bi navê Nezîr Îlek bi hinceta biryara teqezbûyî ya girtinê li Mêrdînê hate binçavkirin. Îlek ku derxistin dadgehê, hate girtin.    Îro di danê nîvro de polîsan li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bi ser mala endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nezîr Îlek û xizmên wî de girtin. Hat zanîn ku derheqê Îlek de biryara teqezbûyî ya girtinê heye û di dema serdegirtinê de Îlek û endamên malbatê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin.    Polîsan di dema lêgerînê de alav û amûrên malbatê belav kirin û Îlek birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.    Piştî karûbarên li emniyetê, Îlek birin edliyeyê û bi biryara dadgehê hate girtin û şandin girtîgehê.