AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin 2024-03-18 22:43:54   ÊLIH - AKP'iyan hewl dan êrişî rojnamevan Bîlal Guldem bikin.   Endamên Baskên Ciwanan a AKP'ê hewl dan li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê êrişî rojnamevan Bîlal Guldem bikin.    Guldem li ser hesabê xwe yê medyaya sanal wiha daxuyand: "Dema ez bi nexweşê xwe re eleqedar dibûm, AKP'iyan hewl da êrişî min bike! Ji ber ku min xwarina fitarê ya Baskên Ciwanan a AKP'ê negirt, hewl dan êrişî min bikin. Piştî personelên nexweşxaneyê ketin navberê, pêş li bûyerê hat girtin. Ciwanên AKP'î yên çendî ketina wan a nexweşxaneyê qedexe ye jî, rasterast ketin beşa tomografiyê û xwarinê belav kirin. Min jî wê kêliyê tomografiya bavê xwe dikişand. Cara ewilî bûyer hat tepisandin, lê paşê dîsa hewl dan êriş bikin. Personelan nehişt. Paşê ewlekarên nexweşxaneyê ketin navberê û AKP'î ji nexweşxaneyê hatin derxistin."