ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-19 09:00:07   * Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamus diyar kir ku dewleta tirk hewl dide Iraqê jî bikişîne nava şer û wiha got: “Armanca dewlet tirk tunekirina destkeftiyên gelê kurd ên li her çar parçeyane û dixwaze dagir bike.”   * Cezayê ku ji ber rexne li operasyonên qedexeya derketina derve li rojnameger Îsmaîl Eskin hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin.   * Parêzerê OHD'î Rezzan Gezer diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de li girtîgehan bi gelek zext û binpêkirina mafan re rû bi rû ne û got ku ger daxwazên girtiyan neyên bicihanîn dê encamên krîtîk derkevin holê.   * Mexdûrên erdhejê yên li bajarê konteyniran ê li Peyasê dijîn, diyar kirin ku zexîreyên dema wan a xwarinê li ber qedandinê tên belavkirin.   * Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar diyar kir ku divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûr bên girtin û got: "Em daxuyaniya Abdullah Ocalan a Newroza 2013'an wergerînin sala 2024'an û bi rê bikevin."    * Kopiyên ku xwe amade dikin ku şaredariyê ji destê qeyûmê hatiye tayînkirin cardin bistînin û wiha gotin: “Em bi DEM’ê re, DEM jî bi me re heye.”   * Serokê Yekitiya Civak û Rêxistinên Filistînî yên Ewropayê George Rashmawî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got; “Şoreşgereke ku hewl dide gelê xwe azad bike.” Rashmawî, anî ziman ku dê gelên kurd û filistînî azad bibin.    * Li Îdira ku gel bi hev re dijîn beşeke mezin a welatiyan di hilbijartinan de piştgiriya DEM Partiyê dikin. Welatiyên ku me mîkrofon dirêjî wan kirin, wiha gotin: “Ji dizan re deng nîne. Dengê me ji me re ye.”   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * Îro dê li Dêrsim, Êlih, Agirî/Bazîd-Panos, Qers/Kaxizman, Mêrdîn/Nisêbîn, Mûş/Milazgir-Kop, Sêrt/Dihê, Erzirom/Qereçoban, Riha/Wêranşar, Erdexan/Mêrdinik, Balikesîr, Hatay û Mûglayê Newroz bê pîrozkirin. (10.00-17.00) ZINDÎ   * Nobeta Edaletê ya Emîna Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê dê bidome. (15.00-20.00)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê berdewam bike. (11.00-16.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê têkildarî pîrozbahiya Cejna Newrozê li avahiya Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê daxuyaniyê bide. (12.30)   * KASED dê li kafeyeke li navçeya Sûrê ya Amedê pîrozbahiya Newrozê li dar bixe. (19.30)