Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye 2024-03-19 09:03:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamus diyar kir ku dewleta tirk hewl dide Iraqê jî bikişîne nava şer û wiha got: “Armanca dewlet tirk tunekirina destkeftiyên gelê kurd ên li her çar parçeyane û dixwaze dagir bike.”    Tirkiyeyê di 17'ê nîsana 2022'yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yê herêma Kurdistanê dest bi êrişan kiribû. Tevî êrişên zêdetirî 2 salan jî tu encameke berbiçav bi dest nexistiye. Tirkiye niha jî hewl dide êrişên xwe derbasî qonaxeke nû bike. Di vê çarçoveyê de lez da xebatên dîplomatîk ên bi hikûmetên Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê û navneteweyî re. Herî dawî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di nav de gelek rayedar çûn serdana Iraqê. Piştî hevdîtina li Bexdayê, danezaneke hevpar hat ragihandin.    Di danezanê de hat destnîşankirin ku dê Komîteyên Daîmî yên Hevbeş bên avakirin û PKK jî ji hêla Iraqê ve weke “rêxistina qedexe” hate ragihandin. Ev hevdîtinên dawî weke amadekariyên êrişeke nû ya li dijî Başûr hate nirxandin.    Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamus têkildarî geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.   ‘DI CIVÎNA ASTANAYÊ DE LI SER VAN MIJARAN LI HEV KIRIN’   Karamus, anî ziman ku Tirkiyeyê piştî hevdîtinên li Astanayê ji bo êrişên li ser Kurdistanê ji xwe re li şirîkan geriya û wiha got: “Ev ne cara ewil e rayedarên dewleta tirk tên serdana Iraqê. Beriya serdana  di 14'ê adarê de jî rayedarên tirk li başûrê Kurdistanê bi PDK'ê re hevdîtinek kirin. Di civîna Astanayê de rewşa rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê bûbû rojev. Her wiha şandeyeke bi serkêşiya Hakan Fîdan çû Amerîkayê û hevdîtin kir. Ev her du civîn girîng in. Dewleta tirk dixwaze operasyoneke dagirkeriyê ya berfireh bide destpêkirin. Dixwaze gelek cihên wê destnîşan kiriye dagir bike. Lê nayê zanîn bê ka Rûsya û Îranê piştgirî daye hewldaneke wiha yan na. Ev mijar tê şîrovekirin. Lê di civîna ku Astanayê de xuyaye ku li ser van mijaran li hev kirine."    'DIXWAZE IRAQÊ JÎ BIKIŞÎNE NAVA ŞER'   Karamus, diyar kir ku dewlet tirk hewl dide Iraqê jî tev li şer bike û wiha pê de çû: “Ji van hewldanan dewleta tirk armanc dike ku beşeke mezin a Başûr dagir bike. Dixwaze Şengal û Rojava ji hev qut bike û li gorî dilê xwe dagirkeriya xwe mayînde bike. Dixwaze hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê jî piştgiriyê bidin wan. Dixwaze bi PDK'ê re li dijî şervanên azadiyê şerekî bidin destpêkirin û şervanên azadiyê ji her derê tesfiye bikin û li her derê bixin bin kontrola xwe. Civîna di 14'ê adarê de hatiye lidarxistin ne weke ku dewleta tirk radigihîne ye. Armanc ew e ku Iraqê jî bikişîne nava şer û ji qada navneteweyî re bibêje; ‘Ev ne operasyona dagirkirina xaka Iraq û Başûr e, operasyoneke li dijî terorê ye’ û dagirkeriya xwe rewa bike. Dibe ku ev operasyon li dijî berjewendiyên Îranê jî be.”   'ENCAMA DANEZANÊ NE WEKE KU DEWLETA TIRK BELAV DIKE YE’   Bi domdarî Karamus anî ziman ku Tirkiye naveroka hevdîtina bi Iraqê re berevajî dike û wiha got: “Hêj niha jî gelek rayedarên Iraqê li dijî hebûna dewleta tirk a li ser xaka Iraqê ne. Hikûmeta Iraqê li dijî êrişên li ser herêma Kurdistanê bertekên cidî nîşan dabûn. Beşeke ji parlamentoyê û siyasî li dijî dagirkeriya dewleta tirk bertekên xwe nîşan dabûn û ev bertekên wan hin jî hene. Di navbera wan de mitabeqetek bi raya giştî re parve kirin. Lê belê ne wekî dewleta tirk parve kiriye ye. Weke ku hikûmeta Iraqê PKK'ê weke rêxistineke terorî pênase bike belav kirin. Lê wisa nîne. Xuyaye ku dewleta tirk xwestiye hinek tawîzan bide hikûmeta navendî ya Iraqê. Ji van mijaran yek jê av, yek enerjî ya din jî xeteke bazirganiyê ya ku li ser Hewlêr û Dihokê diçe vekin û jê sûd bigirin û yekser derbasî Iraqê bibe. Derfet dide Iraqê ku xeteke wisa bê vekirin. Daxwaza dewleta tirk ew e ku herêmeke tampon a ji sînorê bakurê Kurdistanê heta Bexdayê didome bikeve bin bandora wê da ku hikûmeta Iraqê tevahiya Başûr dagir bike. Her wiha hewl didin ji bo dewleta tirk hêsan bikin ku Mûsil, Kerkûk û Deşta Nînovayê bixe bin kontrola xwe. Armanca dewleta tirk a ji vê xete jî ev e. Di rojên pêş de nêrazîbûna hikûmeta navendî û hin aliyên Iraqê diyar bibe û pêş bikeve. Nirxandinên çapemeniya ereb jî di vî warî de ne.”   'BICIHBÛNA DEWLETA TIRK A LI IRAQÊ LI DIJÎ BERJEWENDIYÊN ÎRANÊ YE'   Bi domdarî Karamus bi lêv kir ku Îran neraziye ku dewleta tirk li başûrê Kurdistanê û Iraqê bi cih bibe û ev tişt anî ziman: “Li dijî dagirkeriya dewleta tirk helwesta PDK'ê qels e. Heta niha PDK'ê bi tu awayî helwest nîşan nedaye. Wisa dixuye ku di vê konseptê de PDK heye û bi dewleta tirk re amade dikin. Bi her awayî ketiye bin bandora dewleta tirk û li dijî dewleta tirk ti rewabûna wê nema ye. Dewleta tirk li ser wan çi ferz bike bi cih tîne û li gorî daxwaza dewleta tirk tevdigere. Di demên pêşiyê de em ê bibînin ku hêzên Iraqê çiqas piştgiriyê bidin dewleta tirk. Ji ber ku herkes dizane ku hikûmeta Iraqê ne hikûmeteke homojen e ku polîtîkayên navxweyî û navdewletî birêve bibe. Em baş dizanin ku bandora Îranê li ser Iraqê heye. Dema ku hikûmeta Federal a Kurdistanê bêsedem bi dewleta tirk re hevkariyê heye. Lê Îran bi tu awayî û şêwazî qebûl nake ku dewleta tirk beşeke mezin a di nav sînorên Iraqê de bikeve bin kontrola dewleta tirk. Ji ber ku derbeke mezin li ser polîtîkaya homojen a li ser hikûmeta Federal a Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê lawaz dike. Ev li dijî berjwendiyên Îranê ye.”   'HEKE KU DERFETA WAN ÇÊBIBE DÊ MÛSIL, KERKÛK Û NÎNOVAYÊ JÎ DAGIR BIKIN'   Karamus, got ku di hedefa Tirkiyeyê de dagirkirina Kerkûk, Mûsil û Deşta Nînovayê jî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hedefa dewleta tirk ew e ku hebûn, statû û deskeftiyên Kurdistanê ji holê rake. Li ku derê deskeftî û statûyên kurd çêbibe dewleta tirk hemû derfetên xwe çiqas ji destê wê be êriş dike. Ji bo ku kurd nebin xwedî statûyek dikare tawîz jî bide. Armanca wan ew e ku Iraqê tev li vê konseptê bike da ku dijberiya wan nekin. Ev êriş dê bibe tesfiyekirina PDK'ê jî. Dewleta tirk dê bi hemû derfetên xwe pêkhateyên kurd tesfiye bike. Dema ku hêza gerîla tesfiye kir dê van partiyên kurd jî yek û yek tesfiye bike. Lê diyare ku PDK di nava lepên dewleta tirk de ye û nikarin ti helwest nîşan bidin. Heke ku derfetê dewleta tirk çêbibe dê Kerkûk, Mûsil û Deşta Nînovayê jî dagir bike û têxe nav sînorên Mîsakî Millî. Heke ku ev hevkariye çêbibe û encam bigire dê satûya gelê kurd ne li Başûr, ne li Bauûr, ne jî li Rojava û Rojhilat bimîne.”   ‘ÎDIAYÊN CIDÎ HENE KU ENDAMÊN DAIŞ'Ê LI HERÊMÊ HATINE BICIHKIRIN’   Hevserokê KNK’ê Karamus bi domdarî destnîşan kir ku hin agahiyên xurt li ber destê wan hene ku dewleta tirk ji niha ve hin çeteyên DAIŞ'ê li başûrê Kurdistanê bi cihkirine û ev mijar wiha vegot: “Hin agahiyên berfireh di raya giştî de tên belavkirin. Dewleta tirk hin hêzên xwe li herêmê bi cihkirine û berê behsa 85 baregehan dikirin niha behsa 110 baregehan dikin. Îdiayên cidî hene ku gelek endamên DAIŞ’ê yên di bin kontrola xwe de vediguhêze herêmê. Her wiha beşeke ji hêzên Efrîn dagir kirin li başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin. Ji xwe hêzên PDK'ê jî dîmenên bi generaleke tirkan re bi amirhêzên parazvanên sînorê didin xuyakirin di rastiyê de hêzên PDK'ê bûn. Ev dîmen bi raya giştî re hate parvekirin. Wisa diyare ku piştî meha remezanê operasyoneke bi vî rengî bide destpêkirin û pêşiya şereke mezin veke. Şereke bi vî rengî dê ne weke şerên demên borî bin. Dê şereke hin bêtir berfireh be û bedelên wê girantir bin. Hêzeke kurdî ya di nav vê tifaqê de cih digire dê rewşeke cuda bide xuyakirin. Ev plan û amadekariye ji bo qirkirina gelê kurd e. Heke ev operasyon bi ser keve dê tiştekî bi navê kurdîtiyê nemîne. Bila tu kes xwe nexapîne. Weke ku tê gotin ev operasyon dê li dijî hêzekî yan jî PKK'ê tenê nebe. Armanca dewletên dagirker her çar parçeyên Kurdistanê ye. Em vê hişyariyê ji gelê xwe û sazî û dezgehên kurd re bibêjin da ku ji niha ve bikevin nav seferberiyeke neteweyî. Pêwîste em helwesteke netewî derxînin holê. Nexwe dê gelê kurd destkeftiyên xwe winda bike.”