Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin 2024-03-19 09:03:20   AMED - Cezayê ku ji ber rexne li operasyonên qedexeya derketina derve li rojnameger Îsmaîl Eskin hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin.   Cezayê girtîgehê yê li rojnameger Îsmaîl Eskîn ê ku bi hinceta rexne li operasyonên qedexeya derketina derve yên di sala 2015'an de li bajarên Kurdistanê hatin kirin, hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin. 3 sal û 15 roj cezayê girtîgehê yê ku di sala 2017'an de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê ve bi îdîaya "Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye" li Eskîn hat birîn, ji aliyê Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Edliye ya Dîlokê ve hat pesendkirin. Lê belê parêzerê Eskîn Resûl Temûr serî li Dadgeha Bilind da.    Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind, ji bo cezayê ku li Esîn hatiye birîn diyar kir ku li dijî hiqûqê ye.    Dadgeha Bilind xwest cezayê hatiye birîn di çarçoveya azadiya çapemenî û ramanê de bê nirxandin û got ku cezayê hatiye birîn li dijî xala 6'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), xala 141'ê ya Destûra bIngehîn û xalên 34 û 230'yî yên Qanûna bi hejmara 5271'ê ne.