Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin 2024-03-19 09:03:56 SÊRT - Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Can Nas diyar kir ku Newroz mizgîniya biharê ye û got: “Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin.” Li Sêrtê amadekariyên Cejna Newrozê ku bi tevlibûna hezaran kesan tê pîrozkirin, ber bi dawiyê ve tên. Ji bo welatiyên ku tev li Newrozê bibin bı pirsgirêkanre rû bi rû nemînin Komîteya Amadekar a Newrozê di nava liv û tevgerê de ye. Li qada Newrozê ji ber ku rêveberiya bajêr ev nêzî 8 sal in di destê qeyûm de ye, gelek pirsgirêk hene, lê komîte ji bo çareserkirina van pisrgirêkan di nava têkiliyan de ye. Her wiha rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi xebatên xwe yên belavkirina belavokan a li taxan, gelê Sêrtê vedixwînin Newrozê.    ‘NEWROZ MIZGÎNIYA BIHARÊ YE’   Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Can Nas bal kişand ser wateya Newrozê û da zanîn ku Nerwroz mizginiya baharê ye. Nas anî ziman ku bihar jî nûbûna xwezayê ye û bihar nûnertiya xweşiyê dike. Nas diyar kir ku di dîrok û mîtolojiya kurdan de jî kurdan bi pêşengtiya Kawayê Hesinkar serhildan kirine û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Îro jî di mîtolojiya kurdan û di şexsê Kawayê Hesinkar de Newroz nûnertiya serhildanê dike. Newroz, ji ber ku kurd li her çar milên Kurdistanê li dijî Dehaqan, Nemrûdan, Fîrewnan li ber xwe dide, ji bo kurdan gelekî girîng e.”   ‘KURD BI NEWROZÊ BAWERIYÊN XWE XURT DIKE’   Nas da zanîn ku Sêrt û Botan jî weke hemû Kurdistanê keleha berxwedanê ye û diyar kir ku li Botanê Newroz herdem bi coş derbas bûye. Nas, anî ziman ku yekemîn guleya li Dihê hatiye avêtin hem di aliyê siyasî de, hem di aliyê berxwedan û serhildanê de di nava gelê Botanê de cihê xwe girtiye. Nas destnîşan kir ku dem dem pergalê xwest Newrozê qedexe bike, lê Newrozê her tim berxwedan û serhildan bi xwe re aniye. Nas bi domdarî wiha got: “Çawa bi hatina biharê xweza xwe nû dike, gelê kurd jî bi Newrozê baweriyên xwe xurt dike. Hertim Newroz Li Botanê bi serfirazî û coş derbas bûye.”   XEBATÊN AMADEKARIYÊ   Nas behsa xebatên amadekariyê jî kirin û bi bîr xist ku ji ber ev nêzî 8 sal in qeyûm Sêrtê bi rê ve dibe, lewma Qada Newrozê bê xwedî maye. Nas, bi lêv kir ku wan weke komiteya amadekariyê li Qada Newrozê lêkolîn kirine û da zanîn ku li qadê hinek pirsgirêk hene. Nas, destnîşan kir ku lê ew ji bo çareserkirina van pirsgirêkan di nava liv û tevgerekê de ne û wiha berdewam kir: “Li Newrozan de hinek pirsgirêk û hewcehiyên weke daşîr, ava vexwarinê hwd. yên sereke hene. Me ev pirsgirêk çareser kirin. Her wiha em ê rojek beriya Newrozê qadê bixemilînin û kar û barên teknîkî bi dawî bikin. Em bi hunermendên xwe re jî di nava têkiliyan de ne û ji bo wan dik amade ye.”   GEL VEXWEND NEWROZÊ   Nas bang li gel kir û got ku gelê Sêrtê hertim li partiya xwe û baweriya xwe xwedî derketiye. Nas, da zanîn ku dê di vê Newrozê de jî xwedî derbikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hemû gelê xwe di 20’ê adarê saet 12’an de vedixwînin qada Newrozê. Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin.”