Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin 2024-03-19 09:06:01   MÛŞ - Kopiyên ku xwe amade dikin ku şaredariyê ji destê qeyûmê hatiye tayînkirin cardin bistînin û wiha gotin: “Em bi DEM’ê re, DEM jî bi me re heye.”   Qeyûmê Şaredariya Kopê çend roj beriya hilbijartinê, yek bi yek bi yek dest bi firotina alav û amûrên şaredariyê kir. Qeyûmê ku 3 dikan û gelek neguhêzbarên aydê şaredariyê carek din da ber firotinê û ji bo bihayê 25 neguhêzbaran jî weke texmînî 6 milyon û 539 hezar û 442 lîre diyar kiriye. Qeyûmê ku ji bo 3 dikanên li taxa Zaferê ku aydê şaredariyê ye, biryara firotinê da û heta niha deynê şaredariyê gihiştiye 80 milyon lîreyan. Namzetên DEM Partiyê yên ku xwe amade dikin ku qeyûm bişînin, anîn ziman ku ew ê hesaba nelirêtiyan bipirsin. Hevserokên namzetên şaredariyê yên DEM Partiyê xebatên xwe li gund, tax û sikakên navçeyên dimeşînin û bi awayekî bi coş tên pêşwazîkirin. Li nav bajêr dengê mûzika hilbijartinê ya ku li her deverê olan dide nêzîkatiya gel a li hember partiyê aşkere dike. Namzet li kîjan derî dixin û bi ber kîjan esnafî ve diçin peyama “Em ê careke din şaredariyê bistînin” werdigirin.   ‘EM QEYÛM NAXWAZIN’    Hemwelatî Sînan Çoban diyar kir ku ev 7 sal in navçe ji aliyê qeyûmê tayînkirî ve tê birêvebirin û anî ziman ku lê tu fêdeya qeyûm negihiştiye navçeyê. Çoban ê ku xwest feraseta qeyûm bi dawî bibe axaftina wiha domand: “Êdî gelê me li vir divê vî tiştî bibîne û ji wan re bêje ‘na’. Ji ber wê divê gelê Kopê xwedî li vîna xwe derbikeve. Divê partiya xwe, zimanê xwe nas bike û raya xwe bide. Îro roja hevgirtin û berxwedanê ye. Divê em tev destên hev bigirin û vê feraseta qeyûm bişînin. Em qeyûm naxwazin. Em aştî û biratiyê dixwazin. Divê her kes destê xwe dane ser wîjdana xwe û raya xwe bikar bîne. DEM Partî, partîya gelê kurd û zimanê kurdî û partiya tevahî gelan e. AKP bi zimanê me, bi muzîkên me propagandaya xwe ya hilbijarinê dimeşîne, em vê ferasetê di navçeya xwe de naxwazin. Em feraseta ku kurdan qebûl nake, zimanê me qebûl nake, em jî wan qebûl nakin. Em ê di hilbijarinên 31’ê Adarê de hem ji navçeya xwe û hem jî ji şaredariya xwe biqewirînin.”    ‘GELÊ KURD TEMSÎL DIKE’   Reyîz Karayel diyar kir ku partiya ku kurdan temsîl dike tenê DEM Partî ye û wiha got: “Ji xwe partiya me û xeta me eşkere ye. Heta tu caran şaş nebûn û niyeta me ya şaşbûnê jî nîn e. Em ji feraseta qeyûm ne qayîl in, tevahî tax û sikak, di nav sergoyê de ne. Xizmet tune, gendelîtî heye. Em guherînekê dixwazin, em kesên ku me bi îradeya xwe hilbijartine, dixwazin”   ‘EM Ê JI BO AZADIYÊ DENG BIDIN’   Bîlal Dogan jî da xuyakirin ku li dijî pêkûtî û feraseta AKP’ê û qeyûm dê biçin ser sindoqan û got ku DEM Partî wan temsîl dike, dê tim li pey xeta wê dimeşin. Hemwelatî Reşît Beyazdag jî diyar ki ku ew ê raya xwe bide DEM Partiyê û wiha got: “Ji ber ku ez kurd im, ez ê raya xwe bidim DEM Partiyê. Ji bo yekîtî û wekheviyê, ez ê deng xwe bidim. Ne tenê ji bo deng, em dengê xwe ji bo aştî û azadiyê bidin. Em feraseta qeyûm li vir naxwazin. Em namzetên ku me bi vîna xwe hildibijêrin dixwazin.”   ‘DEM DEMA ME YE’   Welatiyê bi navê Vedat Kaya jî bertek nîşanî polîtîkayên zilma desthilatdara navendî ya ku bi salan e heqaretê li gelê kurd û zarokên gelê kurd dike, da û wiha pê de çû: “Bila her kes zanibe ku gelê kurd tu caran serî netewandiye. Em ê di vê hilbijartinê de, serkeftineke birûmet bi dest bixin. Dengê me her tiştê me ye. Divê tu kurd raya xwe nefiroşe, wekî canê xwe xwedî li raya xwe derkeve.” Alî Îşlek jî da zanîn ku êw ê di hilbijarinê de raya xwe bide partiya xwe û got: “DEM dema me ye, em bi DEM'ê re hene, DEM jî bi me re heye. Em raya xwe ji xwe bêhtir nadin tu kesî.”   MA / Rûken Polat