Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin 2024-03-19 09:33:00   STENBOL- Parêzerê OHD'î Rezzan Gezer diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de li girtîgehan bi gelek zext û binpêkirina mafan re rû bi rû ne û got ku ger daxwazên girtiyan neyên bicihanîn dê encamên krîtîk derkevin holê.   Greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de girtiyan bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dabûn destpêkirin, di roja 114’an de berdewam dike. Li aliyekî zextên derûnî yên li dijî çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgehan tên kirin, li aliyê din jî bi cezayên disiplînê yên bi hincetên çêkirî mafên wan ên bingehîn tên astengkirin.   Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Stenbolê Parêzer Rezzan Gezer têkildarî binpêkirinên mafan û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ji ajansa me re axivî.   ‘WÊ BIDOMÎNIN'   Gezer anî ziman ku greva birçîbûnê bi beşdariyên nû berdewam dike û got ku girtî heta daxwazên wan pêk neyên di çalakiya xwe de israr dikin. Gezer got: “Niha tevlîbûneke zêde heye ji bo çalakiya greva birçîbûnê û 15 rojan carekê bi awayekî dorveger didome. Dihat payin ku çalakî di 15'ê Sibatê de bi dawî bibe, lê girtiyan dema çalakiyê heyta Nîsanê taloq kir. Niha jî diyar dikin ku heta daxwazên wan neyên cih ew ê çalakiya xwe bidomînin.   'DIXWAZIN VÎNA WAN TESLÎM BIGIRIN'   Parêzer Gezer anî ziman ku rêveberiyên girtîgehan zext û binpêkirinên mafan dikin û ev yek bi îşkenceya psîkolojîk berdewam dike û got: “Lêpirsînên dîsîplînê yên li girtîgehan bi binpêkirinan didomin. Lê belê di demên dawî de ji zextên fizîkî yên li ser girtiyan bêtir bi zextên psîkolojîk dixwazin encamê bigirin. Piştî greva birçîbûnê vîîtamîna B12 tên dayîn û gardiyan girtiyan dibin cihekî ku kamera wan bibîne. Binpêkirineke din jî ew e ku di serdana me ya dawî ya li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê girtiyan diyar kir ku berî û piştî hevdîtina parêzeran û hevdîtinên malbatê zor li wan tê kirin ku pêlavên xwe derxin."    Gezer anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan tenê bi van nayên sînorkirin û got: “Li gel van hemûyan lêpirsînên dîsîplînê jî didomin û bi hincetên pûç çalakiyên civakî yên girtiyan tên qedexekirin. Em agahî distînin ku bi taybetî li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hucreyên yekkesî zêde bûne û lêgerînên gardiyanan zêde bûne û di van lêgerînan de eşyayên girtin tên belwawelakirin. Mijareke din jî ew e ku doktorê revîrê li girtiyan nanêre, her çend divê heftê carekê biçerevîrê û bi nêrîna 'ez bixwazim li kîjan nexweşê binerim ez ê binerim' tevdigere û ev jî binpêkirina mafan e."    Parêzer Gezer anî ziman ku ew li bendê ne ku raya giştî der barê çalakiyên girtiyan de hişyar bibe û wiha dewam kir: “Îro yên ku li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan herî zêde dengê xwe bilind dikin, malbatên girtiyan û saziyên ku li girtiyan xwedî derdikevin. Sedema ku girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye jî ew e ku di tevahiya civakê de şiyarbûn û bertekeke çêbibe. Di çalakiyên berê yên greva birçîbûnê û di çalakiya heyî de jî, girtî ji ber ku li vê derê wekî qada herî lezgîn a çareseriyê dibînin, dest bi greva birçîbûnê dikin."   Gezer bal kişand ser daxwazên girtiyan û wiha got: “Daxwazên sereke yên girtiyan rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hevdîtina parêzeran û malbatê, berdana girtiyên nexweş û bi dawîanîna şewitandina înfaza girtiyan e. Ev daxwaz di heman demê de hemû mirovahiyê eleqedar dike."   BANGAWAZÎ   Gezer bal kişand ku çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan berdewam bikin dê encamên krîtîk bi xwe re bînin û ev bang li sazî û dezgehên pêwendîdar kir: “Pêwîst e ji hemû raya giştî re were ragihandin ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan e. Divê êdî zext û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyan bi dawî bibe. Divê em ji feraseta ku bedêlê bi gel bidin dayîn dûr bikevin. Jiyan û tenduristiya girtiyan dibe ku encamên xeternak derxe holê. Ji ber vê yekê em bang li hemû saziyên sivîl û partiyan dikin ku dengê girtiyan bibihîzin."