Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin 2024-03-19 09:33:42   AMED - Mexdûrên erdhejê yên li bajarê konteyniran ê lı Peyasê dijîn, diyar kirin ku zexîreyên dema wan a xwarinê li ber qedandinê tên belavkirin.   Piştî erdheja 6'ê Sibatê ya ku navenda wê Mereşê, hê jî mexdûriyetên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Li Amedê ku bandor ji vê erdhejê girt û 175 avahiyên wê xesardîtî hilweşiyan, 5 hezar û 459 avahî xisareke mezin dîtine.   Li bajarê ku bi deh hezaran kes bê mal man, piştî erdhejê bi qasî 2 meh û nîvan bajarekî konteynirê yê ji 621 konteyner pêkhatî, hat avakirin. Bajarê konteyniran ku wekî çareseriyek demkî hat avakirin, ji ber ku alternatîfek nehatiye nîşandan, hîn jî tije ye.   Îdareya Xaniyên Komî (TOKÎ), hê meha borî qonbaxa ewil a xaniyên erdhejê ya 6 hezar  40 daîreyî temam kir û xwediyên hezar û 423 xaniyan bi pişkê hat diyarkirin. Lê dîsa jî gelek welatî di warê hêwirandinê de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne.    Wekî Ajansa Mezopotamyayê (MA) em ketin nava bajarê konteyniran û me pirsgirêkên mexdûrên erdhejê raçav kirin.   Bajarê konteyniran ku li rawestgeha dawî ya veguhestina giştî ya Amedê hatiye avakirin, çar aliyan wê bi têlan hatiye dorpêçkirin. Bajarê konteyniran ku tê îdiakirin "ewlehiya" wê tê girtin, dişibihe girtîgehekê. Mexdûrên erdhejê yên ji civakê hatine îzolekirin jî xwe bi gotinên, "Qet nebe li kêleka Nexweşxaneya Lêkolînê ye, ji vê re jî şikir" dihedirînin.   LÎMAK HOLDÎNG…   Dema ku hûn dikevin bajarê konteynerê ewilî hûn leqayî kincên hatine daliqandin tên. Atmosfera li hundir dide der ku hûn ne li Amedê ne. Û tabelayên "Kuçeya Mizgefta Mezin" û "Kuçeya Deriyê Rihayê" dertên pêşberî we, lê hûn li dawiya kuçeyan cardin rastî têlên li derdora konteyneran hatine danîn tên. Dibe ku hûn ji bo têkevin malekê pêl zingilê bikin, lê hûn li wir ji dêvla zingilê rastî nivîsa "Lîmakê" tên. Te dît ew fîrmaya kujerê daristanan. Hûn difikirin çawa ji çêkirina otêlan keys dîtine ku konteyneran bînin vir. Hîn hûn wiha difikirin, derî ji nişkave vedibe.    Pêşî hevaleke rûken me pêşwazî dike û cîran jî ji bo fêm bikin ka ya xerîb hatiye kî ye hêdî hêdî kom dibin. Dibe ku hûn di destpêkê de aciz bibin, lê gava yek ji wan dibêje, "ew rojnamevan e, lê ya me ye", bawer bikin hûn bin jî hûn ê rihet bibin. Paşê em berî fitarê li ser kursiyekê rûdinin û demeke dirêj sohbetê dikin. Piştî wextekê hêdî hêdî derdê xwe dibêjin.    Hema bêje hemû hemwelatî bi kurdî diaxivin, lê bi pistepist, vê carê ne ji ber qedexe ye, ji ber ku ditirsin rapor der barê wan de bê girtin. Ji ber ku ew difikirin ku di belavkirina alîkariyê de "torpîl" heye. Dayikek ciwan dibêje, berî demekê kamyonek potikên pitikan hatiye, lê heta niha tiştek ngihaye wê û ev çend meh in bi xwe wan dikire. Dayikeke din jî dikeve navberê û dibêje ku mont hatine lê belav nekirine û got ku pêlav dane weê lê pêlaveke mezin.    Dema çavê me li cilşûştinê dikeve, yek ji wan bi xweber destpê dike: “Cilşûştinxaneya me heye, em dikarin heftê du caran cilên xwe bişon. Amûrên paqijiyê jî didin me. Tenê hin tuwaletên me bi pirsgirêk in, ji ber vê yekê li derve tuwaletek giştî heye. Mizgefta me ya çadirî jî heye, lê xwezî germkera wê jî hebûya, dema em nimêj dikin sar e."    Dema wext nêzî fitariyê ye, mijar tê ser xwarinê. Dibêjin xwarin û malzemeyên paqijiyê yên ku mehê carekê tên belavkirin têra hefteyekê an du hefteyan dikin. Malbat dibêjin ku xwarinên tên belavkirin di depoyê de tên ragirtin û yên dema wan a xwairnê li ber qedandinê tên belavkirin.    ‘ZAROK NIKARIN BI TENÊ BIMÎNIN'   Dema em berî fitarê bi demeke kurt ji bajarê konteyniran derdikevin, em dibînin ku zarok çûne malên xwe. Dema em pirsa çûnûhatina zarokan a dibistanê dipirsin, em pê dihesin ku serwîsek hatiye tehsîskirin  lê ji ber ku xwendekarên hin cihan kêm in, serwîs heta wan deran naçin. Yek ji hevalên ku em pê re meşiyan wiha got: “Hinek zarok bi şev bê ronî nikarin razên, hê tira erdhejê ji ser xw eneavêtine. Piraniya wan ji tenêbûnê ditirsin."   Dema ku em nêzî derketinê dibin, piştî silaveke germ, em van gotinan dibihîsin: "Me bajarên din ên konteyniran bihîstiye, lê çend rewş ev be jî, ji ya deverên din çêtir e."   MA/ Heval Denîz Kaya