Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin 2024-03-19 09:49:42   AMED - Serokê Yekitiya Civak û Rêxistinên Filistînî yên Ewropayê George Rashmawî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got; “Şoreşgereke ku hewl dide gelê xwe azad bike.” Rashmawî, anî ziman ku dê gelên kurd û filistînî azad bibin.    Gelek kesên di qada neteweyî û navneteweyî de navdar tev li “Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê” ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bûn ku di 16-17’ê adarê de hat lidarxistin. Yek ji van kesan jî Serokê Yekitiya Civak û Rêxistinên Filistîniyên li Ewropayê George Rashmawî bû.   Şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de bi sala ye didome û piştî êrişa Hamasê ya di 7’ê cotmehê de derket qonaxeke cuda. Xelkê Xezeyê bi êrişên qirkirinê yên Îsraîlê re rû bi rû ye.    Gelek welat bertekan nîşanî êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê didin û îktîdara AKP’ê jî her çend ku ji bo raya giştî ya navxweyî Îsraîlê sûcdar bike jî di piştperdeyê de bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re mezintir kir û didomîne.    Rashmawî ku ji bo konferansa têkildarî meseleya kurd hatibû Amedê, derheqê têkiliyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê û meseleya kurd ji MA’yê re axivî.    ‘TÊKILIYÊN TIRKIYE-ÎSRAÎLÊ JI BO XELKÊ FILISTÎNÊ XETERE NE’    Rashmawî, di serî de spasiya hemû welatên piştgirî dane xelkê Filistînê kir û wiha got: “Têkiliyên pir xurt ên aboriyê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de hene. Ev têkilî ji bo xelkê Filistînê xetereyeke mezin e. Heke têkiliyên we yên bi vî awayî bi Îsraîlê re hebin, hûn nikarin piştgiriyê bidin doza Filistînê. Heke Tirkiye bixwaze piştgiriyê bide, divê hemû têkiliyên xwe yên aborî û hwd. bi Îsraîlê re qut bike. Bila pêdiviya xelkê filistînî yê li Xezeyê yên weke xurek, derman û hwd. peyda bike û bişîne. Bila rê li ber êrişên Îsraîlê bigire û li wir agirbestek bê îmzekirin. Ev rewşeke pir lezgîn e. Em li benda wê ne. Divê Tirkiye di mijara agirbestê de jidil be û vê daxwaza xwe nîşan bide.”    ‘DIBE KU LI REFAHÊ QIRKIRINEKE SEDSALÎ BÊ JIYÎN’   Bi domdarî Rashmawî anî ziman ku miltonek û nîv filistînî li Refaha li başûrê şirîda Xezeyê dijîn û wiha pê de çû: “Heke Îsraîl êrişî vir bike, dibe ku qirkirineke sedsalî bê kirin. Lewma hêj Îsraîlê rê li ber êşên pir mezintir venekirî divê rê li ber were girtin. Divê li herêmê tavilê agirbest were îlankirin.”    ‘ABDULLAH OCALAN ŞOREŞGER E’   Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî Rashmawî ev tişt anî ziman: “Heke hûn kesekî ewqas dirêj di tecrîdê de bigirin, ev nîşan dide ku ew kes kesekî pir girîng e. Li gorî min Abdullah Ocalan şoreşger e. Hewl dide gelê xwe azad bike. Ocalan, sembola têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê kurd e. Lewma tê tecrîdkirin. Lê ev rê û rêbazekî rast nîne. Gelê kurd ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn, li Îran, Iraq û Sûriyeyê jî ji bo azadiya xwe têdikoşe. Bêguman dema têdikoşe rastî gelek pirsgirêkan tê.”    ‘DÊ GELÊN KURD Û FILISTÎNÎ AZAD BIBIN’   Rashmawî destnîşan kir ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd pir girîng in û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo çareserkirina meseleya kurd divê dewleta tirk van fikran baş binirxîne. Tecrîdkirina Ocalan tenê dê çareserkirina pirsgirêkê vehêle. Ji bilî vê tu encaman bi xwe re nayîne. Hêvîdarim ku hem gelê kurd hem jî gelê filistînî di demekî herî nêz de azad bibin. Dê temamiya van zindanan birûxûnin. Zindan dê nekarin berxwedêriya van gelan bişikînin. Berevajî vê, îradeya wan a azadiyê hêj mezintir dike, bêhtir berxwedêr dikin. Dewletên serdest nikarin bi zindanan nasnameyên van gelan teslîm bigirin. Nikarin zextê li wan bikin. Dê bi ser nekevin.”    MA / Eylem Akdag - Mujdat Can