Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir 2024-03-19 09:50:41   AMED - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar diyar kir ku divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûr bên girtin û got: "Em daxuyaniya Abdullah Ocalan a Newroza 2013'an li gorî sala 2024'an saz bikin û bi rê bikevin."    Piştî êrişên Hemasê yên di 7'ê Cotmeha 2023'yan de li Rojhilata Navînê, Îran û DYA rasterast di nava şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de cih girtin. Guhertina rêyên bazirganiyê yên nû li Rojhilata Navîn nakokiyên li herêmê kûrtir dike û ji bo peydakirina cihê di rêyên aborî û bazirganiyê de çûnhatina hêzên emperyalîst ên neteweyî û navneteweyî jî zêde bûye. Desthilata AKP’ê jî ji bo ji xwe re qadekê bi dest biaxe û şerê li Kurdistanê kûrtir bike DYA, Ewropa, Îran û Iraq jî di nav de li gelek welatan derî bi derî digere.    Piştî axaftina Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan a di 4'ê Adarê de gotibû "Em ê vê havînê pirsgirêka sînorên xwe yên Iraqê çareser bikin", li sêgoşeya Hewlêr-Bexda-Enqereyê çûnhatina ji bo hevdîtinan zêde bû. Encama ewil a vê hevdîtinê jî di civîna 14’ê Adarê de derket holê ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û rayedarên hikûmeta Iraqê li hev civiyabûn.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PKK ji bo Tirkiye û Iraqê tehdîda ewlehiyê ye û hat gotin ku "Alî li ser tedbîrên ku li dijî rêxistinê û berfirehkirina wê ya li xaka Iraqê şêwirîne."   Parlamenterê Amedê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Cengîz Çandar geşedanên li Rojhilata Navîn û amadekariyên Tirkiyeyê yên ji bo êrişa li ser Herêma Kurdistanê nirxandin.   ‘MESELEYA FILISTÎNÊ CARDIN KET ROJEVA NAVNETEWEYÎ'   Çandar diyar kir ku şerê navbera Îsraîl û Filistînê yê li Rojhilata Navîn ku di 7'ê Cotmehê de dest pê kir, li herêmê hevkêşeyên nû bi xwe re derxistiye holê û bal kişand ser guhertinê û got: "Ev pêşketin bû sedema guhertineke mezin. Şikilgirtinên di salên dawî de li Rojhilata Navînê diqewimin belawela kir. Têkiliyên asayî di navbera welatên Kendavê de, bi taybetî Emîrtiyên Ereb û Îsraîl de çêbûbûn. Meseleya Filistînê wekî ku qediyaye hat nirxandin û ji rojevê hat derxistin. Wer xuya dikir ku di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de ku wekî welatekî ereb yê Kendavê û hevsengiyên herêmê dihatin hesiband, pêvajoyeke normalbûnê dest pê kiribû. Vê êrişê pirsgirêka Filistînê ya ku bi salan li ser pêyan mabû  dîsa xist rojeva navneteweyî. Lê van êrişên dawî vê nêzîkbûnê belawela kir."    Çandar bal kişand ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê hê jî dewam dikin û Afrîkaya Başûr ji ber "qirkirinê" serî li dadgeha edaletê ya navneteweyî daye û wiha got: "Cîhana Rojava bi piştgirîkirina Îsraîlê re serdestiya xwe ya exlaqî winda kir. Eşkere ye ku ev encamên gelek girîng dê dûr û dirêj bidomin. Lewma Rojhilata Navîn ne Rojhilata Navîn a 6 meh berê ye, Rojhilateke Navîn a nû ye. Ji niha û pê ve li Rojhilata Navîn her tişt dikare bibe. Lê belê heta tespîta ji aliyê gelek derdoran ve hatiye kirin ev e ku di pêşeroja nêzîk a Rojhilata Navîn de tundî, şer û pevçûn xuya dikin. Bê guman ev ne xebereke baş e. Lê bi rastî jî em li Rojhilata Navînê xwe di atmosfereke hîn bêtir aloz û pevçûnî de dibînin."    Çandar da zanîn ku guhertina hevsengiyên li Rojhilata Navîn wê bandorê li Tirkiyeyê jî bike û got ku rewşên bi vî rengî qadeke berfireh a çalakiyê dide welatên wekî Tirkiyeyê ku polîtîkayên xwe yên derve her diçe milîtarîze kirine û meylên êrişkariyê zêde kirine. Çandar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ger pêşî li Tirkiyê neyê girtin ku biryarkerên vî welatî bi zelalî dibêjin, di demeke nêzîk de amadekariya operasyoneke mezin li dijî Başûr, Kurdistana Iraqê tê kirin. Serokkomar tim behs dike ku divê ji SÛriyeyê 30 kîlometreyan dakevin Başûrê û li wir xetekê ava bikin. Cihê ku ew behs dike Rojava ye, kurd lê dijîn, ne erdeke bêmirov e. Ji ber vê yekê ger pêşî li van hemûyan neyê girtin, di demeke nêz de yên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin, dikarin li Rojhilata Navîn siyaseta xwe ya êrişkar a li hember kurdan bidomînin. Dibe ku ew bifikirin ji bo vê atmosfereke minasib heye. Di vî warî de rewşeke nû heye ku biryarker û rêvebirên Tirkiyeyê heta berevajî vê qaneh nebin, wê ji bo polîtîkayên dij-kurdan bigihên fikra qadeke manewrayê ya berfirehtir."    Çandar diyar kir ku Erdgoganê AKP'î û MHP îşareta operasyoneke berfireh a li Başûrê ya bi armanca ji holê rakirin, tasfiyekirin û tepisandina pirsgirêka der barê kurdan de dane û got: “Eger pêşî lê bê girtin wê pêvajo ber bi cihekî din ve biçe. Eger neyê girtin, nîşaneyên niha ji bo têkiliyên di navbera Tirkiye û kurdan de dê nebaş bin."    Çandar diyar kir ku daxwaza aştiyê ya gelê kurd û dostên wan zêde bûye û pirsgirêka herî mezin a nebûna aştiyê jî ji ber helwesta dewletê ye û got: "Dewlet niha nîşan dide ku wê giraniyê bide polîtîkayên şer. Ji ber vê yekê careke din bibêjim, ger pêşî li vê neyê girtin, îhtîmala ku dewlet li şûna aştiyê êriş û şer bibijêre, wê xurtir derkeve holê. Ji ber vê yekê, hêviya aştiyê çi ye? Di cîhanê de her tim tiştek diqewime, şer berdewam nabe, aştiyek mayînde nabe. Cihê hev digirin. Di dawiya şer de eger Tirkiye bizane ku bi vê yekê bi tu awayî nagiheje cihekî, zû yan dereng wê Tirkiye vegere ser rêya aştiyê."   ‘ABDULLAH OCALAN GELEK CARAN RÊBAZ RÊZ KIRIN'   Çandar bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek caran rê û rêbazên çareseriya pirsgirêka kurd rêz kirine û wiha got: “Her wiha hat diyarkirin ku dê bi çi awayî gav bên avêtin. Niha ji bo pêkanîna van daxwazan pêwîst e ku van hemû daxwazan ji nû ve zindî bikin. Lê em nikarin hinek ji van daxwazan bi tenê pêk bînin. Govend bi tena serê xwe nayê gerandin, sergovend lazim e. Pêwîstiya me bi gel heye ku beşdarî çalakiyê bibin. Navê reqsa ku tenê tê kirin ne govend e, zeybek e. Niha em dixwazin govendê bikin, em naxwazin zeybek bilîzin. Ji ber vê yekê divê em pêşnûmeya xwe, pêşniyazên çareseriyê, plana çareseriyê, projeya me çi dibe bila bibe, amade bikin. Piştre jî pêwîst e em bi aliyên din re hevdîtinê bikin. Divê em bêjin 'Binêrin hevalno, ger em di vî warî de li hev bicivin, pêşniyazên xwe bînin, pêşniyazên me bizanibin, lê em li ser esasê hin prensîban nîqaş bikin û bicivin.' Pêwîst e ev yek hem bi muxalefetê û hem jî bi partiya desthilatdar re bê kirin. Gava em biçin cem wan, divêj em bêjin 'Birêz, hûn partiya desthilatdar a vî welatî ne, lê pirsgirêkek heye. We ev pirsgirêk çareser nekir, hûn ji çareseriyê reviyan. Pêdiviya welatê me bi çareserkirina vê pirsgirkê heye. Ji bo me jî û ji bo we jî pêwîst e."    Çandar bal kişand ser pêwîstiya ji desthilatdariyê heta muxalefetê hevdîtina bi hemû partiyan re û got: “Ji bo pêkanîna va hevdîtinan divê projeya we amade be. Nivîsa Newroza 2013’an a Abdullah Ocalan bixwînin, em careke din li ser bifikirin û li ser bixebitin. Em daxuyaniya Abdullah Ocalan a Newroza 2013'an wergerînin sala 2024'an û bi rê bikevin."    MA/ Mujdat Can - Eylem Akdag