Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin 2024-03-19 10:15:56   COLEMÊRG - Tê payîn ku bi deh hezaran kes tev li Newroza Geverê bibin. Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Geverê diyar kirin ku amadekariyên wan li ber dawîbûnê ve ne û tevahiya xelkê bajar vexwend pîrozbahiyê.    Cejna Newroza Gever a Colemêrgê sibe dê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" were lidarxistin. Pîrozbahî dê sibe saet di 13.00’an de li Stada Yenîşehîrê ya li Taxa Nû dest pê bike. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak dê weke axêver tev li pîrozbahiyê bibin. Her wiha Koma Aryen û hunermend Mîkaîl Aslan dê derkevin ser dikê. Tê payîn ku bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiyê bibin û amadekariyên Newrozê li ber dawiyê ne. Endamên Komîteya Amadekar bang li tevahiya xelkê bajar kir ku tev li pîrozbahiyê bibin.    TAX BI TAX XEBATAN DIMEŞÎNIN   Endamê Komîteya Amadekar Resûl Temel got ku Newroz ji bo gelê kurd rojeke girîng e û wiha got: “Bi Kawayê Hêsinkar dest pê kir û bi Kawayê Hemdem Mazluman bi Rahşanan jîndar bû û cejnekeî hebûnê ye. Newroz ji bo gelê kurd xwedî wateya ruhê aştî, demokrasî û azadiyê ye. Di çarçoveya amadekariyên Newrozê de me li 12 taxan komîsyon ava kirin. Her wiha xebatên me yên li Pinyanişî, Cîlo, Geliyê Dirîyan û Doskiyê jî berdewam in. Xelkê Geverê dê Newrozê bi coşeke mezin pîroz bike. Em ê Newroza îsal diyarî birêz Abdullah Ocalan ku li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û girtiyên di greva birçîbûnê de bikin.”    Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez jî got ku Newroz veguheriye kevneşopiyeke berxwedanê û wiha domand: “Agirê ku Kawayê şoreşger li dijî Dehaqê zalim vêxistî, îro bi Kawayên hemdem didome. Lewma jî Newroz remza azadî û berxwedana gelê kurd e. Em ê Newrozê bi vê bîr û baweriyê pîroz bikin.”    Hevseroka DEM Partiyê ya Geverê Fîlîz Saygi jî wiha got: “Ji bo gelê kurd Newroz, remza serhildan û berxwedana li dijî zilmê ye. Xebatên Newrozê bi moraleke mezin tên kirin û em ê li qada berxwedanê bi hev re agirê Newrozê geş bikin.”