Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê 2024-03-19 10:19:33   COLEMÊRG - Aşût kete ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê û rê ji hatin û çûnê re hate girtin.    Ev du roj in li Colemêrg û navçeyên wê şilope dibare û li Çiyayê Simbî yê bi bilindahiya 3 hezar û 478 metreyan e aşût hate xwarê. Ji ber aşûta ku li nêzî tunêla li devera Depînê hatiye xwarê, rêbeja di navbera Colemêrg-Şirnexê de ji hatin û çûnê re hate girtin.    Ekîbên rêbejê û şaredariyê yên li herêmê hatin sewqkirin, ji bo vekirina rêyê dest bi xebatan kirin.