Ji namzetên DEM Partiyê banga ewlehiya hilbijartinê 2024-03-29 18:09:05     NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetên DEM Partiyê ji bo ewlehiya hilbijartinê bang kirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çaçroveya xebatên hilbijartinê de hevdîtin bi gel re pêk anîn.    SÊRT   Di rojên dawî yên beriya hilbijartinan de xebatên hilbijartinê yên partiyan bi lez û bez diçin. Partiyên ku li Sêrt û navçeyên wê lez dan xebatên xwe, dest bi xebatên xwe yên dawî kirin. Namzetê AKP'ê yê navçeya Xana Hawêl ya Sêrtê ku 2 serdeman qeyûm tayînî şaredariya wê tê kirin, Ekrem Erdem, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal dîmenek parve kir û xîtabî gel kir. Erdem ku bi danasîna xwe dest bi axaftinê kir, destnîşan kir ku navçeya Xana Hawêl nêzî 10 sal in ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin û ti xizmet jê re nehatiye kirin.   ‘XANA HAWÊL 10 SAL IN PAŞ DE DIMÎNE’   Axaftina wî ya di dîmena parvekirî de wiha ye: “Gelê Baykan, ez Ekrem Erdem. Ez ji AKP'ê bûm namzetê serokiya şaredariyê û partiya me jî ez layîqê namzetiyê dîtim. Ji bo Baykan û ciwanên xwe çi ji destê me bê em ê bikin û ji bo gelê Baykan çi pêwîst be em ê bikin. Em hemû ji Baykanê ne, em li vir dijîn. Ya girîng ew e ku em Baykanê û ciwanên xwe çawa bigihînin cihekî baştir û xizmeteke baştir bikin, em ê ji bo vê têbikoşin. Baykan 10 sal in tim li paş maye, ji ber qeyûm tayînî vir hatiye kirin tu tişt nehat kirin. Ji bo vî welatî çi ji destê me bê em ê bikin.    Ciwanên me li vir bêkar bin, li vir karê kesî tuneye û mirov di tengasiyê de ne. Lewma min bi vê erkê xwest ku ji bo van kesan nan, kar û xebatê peyda bikim. Bi îzna Xwedê îdeolojî û raman bê ferqkirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Ya girîng Baykan û gelê wî ye. Ya girîng siberoja gelê me û pêşeroja ciwanên me ye. Li gel parlementerê xwe, serokên navend û navçeya partiya xwe û navenda xwe em ê projeyên xwe pêk bînin û aş, kar û derfetan biafirînin. Ez ji hemû gelê Baykan hêvî dikim ku li paşeroja Baykan bifikirin, em ê bi hev re bi ser bikevin.”   RIHA   Namzetê Hevşaredariyê yê Sêwregê yê DEM Partiyê Alî Dûsak di çarçoveyaxebatên hilbijartinê de serdana Bazara Heywanan kir. Dûsak bi dikandar û welatiyan re li Bazara Heywanan a Sêweregê hat gel hev û piştre serdana dikandarên navenda navçeyê kir.    Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran li gundên Şewla, Mektelan û Girêgewrê bi welatiyan re hatin cem hev. Namzetên ku rastî eleqeyeke mezin hatin, mal bi mal geriyan û projeyên xwe vegotin. Li aliyê din standa hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li navenda Pirsûsê hat vekirin, tevahiya rojê ji aliyê welatiyan ve hat ziyaretkirin. Welatiyên ku li vir hatin gel hev, bi li ber dirûşme û stranan govend gerandin.   Li Wêranşarê jî namzet çûn serdana gundê Irmakê. Di civînên gel ên li vir de hat gotin ku AKP'ê di serdema desthilatdariya xwe ya 22 salan de roj bi roj hemû welat ber bi sefaletê ve biriye û ji xizmetê bêpar hiştiye. Namzeta Hevşaredariyê Bedriye Yorgûn diyar kir ku DEM Partî ji bo guhertin û veguhertinê şanseke mezin e.   Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu îro li navçeya navendî Halîliyeyê beşdarî xebatên hilbijartinê bû. Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Gulşen Ozer, Namzeta Hevşaredariyê ya Haliliyeyê Sema Ateş û kesên bi wan re bi dikandarên Bazara Halê re hatin cem hev. Heyet bi rêveberên Komeleya Komîsyonvanên Zebze re hat cem hev û bi rêveberên komeleyê re serdana dikandaran kir.   Namzetên Hevşaredariyê yên Eyubiyeyê yên DEM Partiyê Halîl Akbaş û Adalet Eriş, tevî namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin Celalettîn Erkmen, dikandar ziyaret kirin. Namzet piştre li cihê ku ewilî Saîdê Nûrsî lê hat definkirin, li Deşta Balîklîgolê hatin cem hev. Erkmen li vir daxuyanî da û got: “Alimê kurd ê navdar ê îslamê Bedîuzzeman Seîd-î Kurdî (Nursî) di 23’yê Adara 1960’î de di 82 saliya xwe de li Otela Îpek Palas a Rihayê jiyana xwe ji dest da. Tevî ku 63 sal di ser wefata wî re derbas bûne jî, desthilata AKP'ê hê jî cihê gora wî diyar nekiriye. Soza me ya ji bo gelê me ye ku em ê nirxên xwe biparêzin û heta dawiyê şopdarên wan bin."   Li navçeya Serêkaniyê jî DEM Partî ji sê aliyan ve xebatên xwe meşand. Namzeta Hevşaredariyê Rahşan Yazar beşdarî civînên jinan bû û serdana malan kir. Namzetê hevşaredariyê yê din Ûgûr Kahraman jî li gundê Lebbana beşdarî civîna gel bû.    Namzetên Hevşaredariyê yên Hewagê yên DEM Partiyê Îsmaîl Yildiz û Aygul Kapikayali di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxên Dûtlî û Êskinê mal bi mal geriyan. Namzetên hevşaredariyê diyar kirin ku ew di 20 rojan de li hemû gundên Hewagê geriyane û peyama "Em ê bi hev re bi ser bikevin" dan.   AMED   Bi beşdariya Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, namzetên DEM Partiyê yên şaredariya navçeya Hezro û hevserokên DEM Partiyê yên Amedê û navçeyan serdana dikandaran û taxan hat kirin.    Di serdanê de gel anî ziman ku ew ê bersiveke tund bidin polîtîkayên qeyûman û dengê xwe bidin DEM Partiyê. Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bûcak piştî serdana dikandaran axaftinek kir û got: "Divê em partiya xwe biparêzin." Bûcakê da zanîn ku hilbijartinên 31’ê Adarê ne tenê hilbijartinên şaredariyan e, parçeyek ji têkoşîna hebûnê ya gelê kurd e û got: “Şaredariya Bajarê Mezin 8 sal û ji sala 2019'an ve jî Hezro di destê qeyûman de ye. Hewl didin çavên we bi asfaltê boyax bikin, bila we nexapînin. Em dipirsin çima şaredarî 8 sal in peyarêyek çênekiriye? We ev pere û buçe li ku xerç kir? Mafê we heye ku hûn vê yekê bipirsin. Werin em di 31’ê Adarê de bersiveke tund bidin feraseta ku bi gel naşêwire. Em ê ji bo xizmeta vî gelî bênavber bixebitin."    Piştî axaftinê karwan çû gundê Gomanê Emrexê. Li vir derî bi derî serdana gel hat kirin.    Namzetên Hevşaredariyê yên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan jî bi karwaneke wesayîtan li hemû taxên Sûrê geriyan.    QERS   Li taxên Qaqizman û Qamûşan ên Qersê DEM Partiyê mîtîngek li dar xist. Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Parlementera Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît beşdarî her du mîtîngan bû.   Namzeta Hevşaredariyê ya Qaqizmanê Guner Hatay ku di mîtîngê de axivî got: “Em ê di 31’ê Adarê de şaredariya xwe bi dest bixin.” Namzetê Hevşaredariyê Mehmet Alkan jî diyar kir ku ew ê eşkere bikin ka qeymeqam îhale dane kê.    Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Parlementera Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û got: "Em di wê baweriyê de ne ku gelê Qaqizmanê rê nade çete, mafya û dizan. Derfeta guhertinê heye. DEM Partî heye. Em tên ku xizmeta gelê xwe bikin."   Kürt sorununa değinen Koçyiğit, şunları söyledi: “Kürt sorunu çözülürse demokrasi sorunu çözülür. Ancak onlar bunu çözmek istemiyorlar. Çünkü kandan, göz yaşından besleniyorlar. DEM Parti olarak Kürt sorununu çözmek için mücadele ediyoruz. Onlar savaş diyor. Biz barış diyoruz. Halkımız şunu bilmelidir ki AKP ve MHP,ye verilen her oy dilimizi kültürümüzü inkar eden, Kürt düşmanlığı yapan zihniyete destek anlamına gelecektir" diye belirtti.   Koçyîgîtê bal kişand ser pirsgirêka kurd û wiha got: “Ger pirsgirêka kurd çareser bibe, pirsgirêka demokrasiyê jî çareser dibe. Lê ew naxwazin çareser bikin. Ji ber ku ew xwe bi xwîn û hêstiran xwedî dikin. Em DEM Partî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têdikoşin. Lê ew dibêjin şer. Em dibêjin aştî. Divê gelê me bizane ku her dengê ku ji AKP û MHP'ê re diçe tê wateya înkarkirina zimanê me û çanda me û piştgiriya ji bo feraseta dijminatiya kurdan dike."    QAMÛŞAN   Piştre endamên DEM Partiyê li navçeya Qamuşanê mîtîngek li dar xistin. Bi sedan welatî beşdarî mîtînga li qada navçeyê hat lidarxistin bûn. Di mîtîngê de namzetê Hevşaredariyê yê Qamûşanê Huseyîn Altun axivî û diyar kir ku ew ê navçeyê bi gel re bi rê ve bibin.   Koçyîgît li vir jî axivî û got: “Dema ez li Qamûşanê dinêrim tu xizmetê nabînim. Ma li cihekî xizmet kirine ku li Qamûşanê bikin! Na, li tu derê xizmet nekirine. Tişta ku ew dikin tenê dizî û talan e û em DEM Partî tên ku dawî li feraseta wan a talanê bînin."