Leyla Zana li Qilebanê ye: Bi destê Serok Apo bigirin 2024-03-29 19:29:56   ŞIRNEX - Leyla Zana li Qilebanê axivî û da zanîn ku ji bo aştiyê divê bi destê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê girtin.   Siyasetmedara kurd Leyla Zana li Qilebanê bi gel re hat gel hev. Leyla Zana bi dirûşmeyên "bijî Leyla Zana her bijî" hat pêşwazîkirin.   Namzetên hevşaredariyê yên Qilabanê bi kulîlkan Leyla Zanayê pêşwazî kirin. Zanayê gel silav kir û got: “Hûn li dijî vê zilmê hîna zimanê xwe diparêzin  Tevî tiştê ku vî gelî jiyaye hîna dibêjin aştî. Ji bilî edelet û aştiyê tiştek ji devî vî gelî dernayê. Ji bo vî dengî hûn bibîhzin û aştî pêk bê divê hûn bi destê Serok Apo bigirin. Em hemû dostên xwe gele xwe vexwendiyê ser sindoqan dikin. Denga we ji bo pêşeroja vî gelî ye. Ciwanên me pêşeroja me ne.”   Piştî axaftinan girseyê bi Leylayê re fitara xwe vekir.