Mikaîl Aslan piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê ragihand: Kuleka hin kesên din me germ nake 2024-03-29 20:17:16   NAVENDA NÛÇEYAN – Hunermend Mikaîl Aslan ku piştgirî da DEM Partiyê, got: "Kuleka hin kesên din me germ nake. DEM dema me ye."    Hunermend Mikaîl Aslan piştgirî da Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Aslan bi vîdeoyekê piştgiriya xwe ragihand.   Di vîdeoya li ser medyaya sanal Aslan ku got "Gelê me yê hêja, wekî hûn dizanin em mineta kesî nakin" diyar kir ku çav û guhên cîhanê li wan e û wiha got: "Ruhê me û cihê me diyar e."    Aslan di dawiya axaftina xwe de got: "Em nedin ser rêyeke şaş. Em kuleka mala xwe nexitimînin. Kuleka hin kesên din me germ nake. DEM dema me ye."