DEM Partiya Sêrtê bal kişand ser ewlehiya sindoqan 2024-03-29 23:14:18   SÊRT – Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê ji bo kesên dê roja hilbijartinê li ser sindoqan peywirdar bin, şahiyek li dar xist û ew di mijara ewlehiya sindoqan de serwext kirin.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sêrtê têkildarî hilbjartinê bi xebatkarên ku dê roja hilbijartinê li ser sindoqan peywirdar bin, şahiyek li dar xistin û wan ji bo hilbijartinê di mijaran ewlehiya sindoqan de agahdar kir. Şahî, li Eywana Dawet û Konferansê ya Alyansê hat lidarxistin û hemû xebatkarên DEM Partiyê tevli şahiyê bûn. Di şahiyê de têkildarî ewlehiya hilbjartinê perwerdehiyek biçûk hat dayîn û  piştre jî govend hat gerandin. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî û gelek kes tev li şahiyê bûn.   Di şahiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn axaftinek kurt kir û bal kişand ser ewlehiya sindoqan. Dû re namzetên hevşaredariyê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî derketin ser dikê spasiyên xwe pêşkêşî hevalên xwe yên di pêvajoya hilbijartinê de ked dayî kirin.   Herî dawî parlementera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî û da zanîn ku kesên vîna gel desteser kirî, dê 31’ê adarê de bersiva xwe bigire. Saritaş, bal kişand ser ewlehiya sindoqan jî û diyar kir ku heta dawî divê kes sindoqan bernede.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.