Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin 2024-04-07 17:49:45   ENQERE - YSK’ê li ser îtîraza DEM Partiyê biryara nûkirina hilbijartinên li Xelfetiyê rakir.    Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) îtîraza AKP’ê ya ji bo Xelfetiyê qebûl nekir. Lijneya Hilbijartinê ya Rihayê li ser îtîraza AKP’ê li Xelfetiyê hilbijartin betal kiribû û biryar wergirtibû ku hilbijartin jinûve bê kirin. YSK’ê îtîraza Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) qebûl kir û biryara nûkirina hilbijartinên li Xelfetiyê rakir.