Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû 2024-04-07 18:17:41    AMED - Amedsporê di rêya şampiyoniyê de li sehaya xwe Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû.   Amedspor, di hefteya 34’emîn de li sehaya xwe Înegolspor kir mêvan. Alîgirên Amedsporê tirîbunên maça ku di bin baraneke zêde de hat lîstin, tije kirin û bi piştgirî û dirûşmeyên berz kirin moral dan tîma xwe. Maç ji aliyê amediyan ve rastiyê eleqeyeke zêde hat û biledên maçê di demeke kin de qediyan.    DI DEWREYA YEKEMÎN DE 5 GOL HATIN AVÊTIN   Amedsporê, di deqeya 12’an de bi gola Berk Îsmaîl Unsal, di deqeya 14’an de jî bi gola Mert Çapar di navbera du deqeyan de 2 û 0 ket pêşiya hevrikê xwe. Amedsporê di deqeya 25’an de penaltiyek girt û li vir jî bi gola Ûgûr Adem Gezer skor kir 3 û 0. Înegolsporê di deqeye 31 û 39’an de bi golên Fûrkan Ozyapi û Serhat Baştan skor kirin 3 û 2 û dewreya yekemîn bi vî awayî qediya.    AMEDSPOR BI 3 FERQAN BI SER KET   Di dewreya duyemîn de Amedsporê zû dest bi maçê kir û di deqeyên 47 û 51’an de bi golên Mert Çapar û Mert Îsmaîl Unsal skora maçê kir 5 û 2. Bi vî awayî Unsal û Çapar bi du golan mohra xwe li maçê dan. Her wiha di maçê de lîstikvanên Înegolsporê Ûgûr Ûtlû û Nadîr Çîftçî û lîstikvanê Amedsporê Mûhammed Enes Dûrmûş qerta zer wergirtin û maç bi serkeftina Amedsporê bidawî bû. Amedspor bi vê serkeftinê gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû.    FERQA PÛANAN DERKET 3’YAN   Li gorî vê tabloyê Amedsporê pûana xwe kir 74 û dora xwe ya rêza ewil parast. Kastamonûspora ku pûanekê li pişt Amedsporê di rêza duyemîn de cih digire, li deplasmanê bi Belediye Derîncesporê re lîst û maç 0 û 0 qediya. Di encamê de ferqa di navbera Amedspor û Kastamonûsporê de derket 3 pûanan. Her wiha dê hefteya pêşiya me di 14'ê nîsanê de Amedspor dê li deplasmanê bi Kastamonûsporê re bilîze.