Li Şaredariya Xelfetiyê li ber çûyînê dizî hate kirin 2024-04-08 08:50:11     RIHA - Li Xelfetiya ku tevî dengên veguhestî û nelirêtiyan DEM Partî bû yekemîn, di nîvî şevê de hin malzemeyên şaredariyê hatin dizîn.    Li Xelfetiya ku tevî 2 hezar û 500 dengên hatin veguhestin û nelirêtiyên namzetê AKP’ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû yekemîn, hevşaredar Saniye Bayram û Mehmet Karayilan dê îro saet 16.00’an de mazbatayên xwe bigirin.    Beriya wergirtina mazbatayê bi dîmenên telefonê hatin kişandin ku ji şaredariya ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye hin ewraq û malzeme tên dîzin.     Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, dîmenên heyî li ser hesaba xwe ya X’yê parve kirin. Ocalan, dîmen bi van gotinan parve kirin: “Feraseta qeyûm di van saetan de li Şaredariya Xelfetiyê diziyê dike. Divê gelê me yê Xelfetiyê xwedî aqlekî selîm be. Dîmen hene. Em ê giliyê kesên ku malê gel didizin bikin.”   Di dîmenan de tê dîtin ku di tariya şevê de kamyoneteke ku nêzî avahiya şaredariyê kirine ji aliyê 4-5 kesan ve hin evraq û malzeme tên barkirin.     Bi sedan bikarhênêrên X’yê dîmenên heyî parvekirin û li ser şaredarê serdema beriya niha ku di sala 2016’an de weke qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin û namzetê AKP’ê Şeref Albayrak etîket kirin û peyam dan ku dê li pêşberî darazê hesab jê were pirsîn.    Hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê yên DEM Partiyê li ser vê yekê çûn avahiya şaredariyê û tespîtkirin ku kompîtur, cîhazên elektronîk û klasorên ku tê fikirîn aydê şaredariyê ne li wesayîtên sivîl hatine barkirin û dizîn. Hate zanîn ku partiyiyên ku tespît kirin di serî de pergala kamerayên ewlehiyê hemû alavên ku hafizaya şaredariyê pêk tînin hatine dizîn, piştî ku mazbatayên xwe bigirin dê lêkolîneke berfireh bikin têkildarî alavên hatine dizîn girtekekê bigirin û derbarê qeyûmê berê Şeref Albayrak ê AKP’î de ku tê fikirîn ew jî di nava diziyê de ye serî li dozgeriyê bidin û giliyê wî bikin.    ❗️Kayyum zihniyeti bu saatlerde Halfeti Belediyesi’nde hırsızlık yapıyor. ❗️Halfeti halkımız sağduyulu olmalıdır . ❗️Görüntüler mevcuttur. Halkın malını, halkın istihkakını çalanlar hakkında suç duyurusunda bulunacağız. pic.twitter.com/edaXYHm35A — Ömer ÖCALAN (@omerrocalan) April 7, 2024