ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-08 09:00:48   * Hevseroka KCDK’yê Zubeyde Zumrut, da zanîn ku bi daxwaza pêkhatina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê di navbera 15 û 19’ê nîsanê de li ber CPT’yê dê bi 3 hezaran kesan çalakiya nobetê bidin destpêkirin.    * 60 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin di nameya ku ji Wezareta Dadê re şandin de wiha gotin: “Ji bo welatê me meseleyeke lezgîn e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were bidawîkirin û şertên wî yên ku rola xwe ya aştiyê bilîze pêk werin.”   * Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê dê mazbatayên xwe bigirin û li Qada Şêx Seîd bi gel re bên bahev û derbasî şaredariyê bibin. (10.30-14.00) ZINDÎ   * Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê li avahiya şaxa xwe aşkere bike. (13.30)    * Çalakiyên Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-15.00)   * Emîne Şenyaşar dê Nobeta xwe ya Edaletê bidomîne. (16.00-20.00)