Ji navenda gastronomiyê ya girtî re bi bihayê 2 milyon û 248 hezar lîreyan goşt hate kirîn 2024-04-08 11:04:28 RIHA - Qeyûmê Şaredariya Pirsûsê ku pey xwe 176 mîlyon lîre qer hiş, 2 roj berî hilbijartinê ji navenda gastronomiyê ya girtî re, bi bihayê 2 milyon û 248 hezar lîreyan goştê sor û goştê mirîşkê kirî.    Şaredariya Pirsûsê ya Rihayê piştî hilbijartinê ji rêveberiya qeyûm derbasî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû. Derket holê ku qeyûm li pey xwe 176 milyon û 997 hezar û 954 lîre qer hişt. Qeymeqamê navçeyê û qeyûm Îbrahîm Guneş, gelek caran bi gefxwarina keyayan û welatiyan dihat rojevê ji kar hate girtin û li şûna wî Cîgirê Waliyê Rihayê Ahmet Fatîh Sungur hate tayînkirin.    Guneş 2 roj piştî hilbijartinê, di 29’ê adarê de xerckirinekî sosret kir. Qeyûm ji navenda gasronomiyê ya şaredariyê re bi bihayê 2 milyon û 248 lîre goştê sor û goştê mirîşkê kirî. Lê belê navenda gasronomiyê ji pandemiya kovîd-19’ê haya niha, nêzîkî 3 sal in girtî ye.    PERE DANE MALA MAMOSTEYAN Û NEXWEŞXANEYÊ   Herwiha Guneş di navbera 31’ê çileyê û 29’ê adarê de bi bihayê 40 milyon û 370 hezar lîre pere xerc kiriye.    Qeyûm ji bo serbanê mala mamosteyan ku ne milkê şaredariyê ye, 738 lîre û 205 lîre, di heman rojê de bi bihayê 146 hezar û 350 lîre bi navê tiştên diyariyê, pere xerc kirine. Qeyûm ji bo alavên înşaetê yên nexweşxaneyê 357 hezar û 96 lîre, ji bo boyaxa nexweşxaneyê jî milyonek û 449 hezar lîre xerc kiriye. Qeyûm du roj berî hilbijartinê bi bihayê 75 hezar lîreyan şitilên kulîlkan kiriye û di heman rojê de bi bihayê 241 hezar û 258 lîreyan alavên kirtasiyeyê stendiye.    FATUREYÊN XEYALÎ NAYÊN RAZADIN   Bi pereyê hîbeyê binesaziya navçeyê hate çêkirin û ji ber xebatên binesaziyê rêyên navçeyê xera bûn. Hat tespîtkirin ku 18 milyon û 49 hezar lîreyên ji bo çêkirina riyên xirabûyî hatiye şandin jî bi awayeke bêusil ji hin cihên cudatir re hatiye xerckirin.    Hevşaredar dê îro pankarta qerên şaredariya bi avahiyê şaredariyê ve daliqînin. Hevşaredar anîn zimanku ew lêçûnên demên dawî hatine kirin lêkolîn bikin û diyar kirin ku ew ê fatûreyên xeyalî nerazînin.    MA / Emrullah Acar