Dozger ji bo çalakger bide girtin îtîrazê li gorî demê kir 2024-04-08 13:08:52   ŞIRNEX – Li Şirnexê M.A. ji ber hîleyên hilbijartinê, berteke xwe ya demokratîk nîşan dabû, hatibû binçavkirin û pişte hate berdan. Dozger şûna dadgeha ku M.A. lê hatibû darizandin, îtîrazê ji dadgeha nobedar kir û M.A. da girtin.    Tevî M.A.10 welatî bi hinceta hîleyên hilbijartinê yên roja ewil protesto kirin, hatin binçavkirin û bi îdiayên “Berxwedana li hember polîsan” û “Berxwedana ji bo peywirê nede kirin” sewqî Dadgeha Sûlh Cezayê hatin kirin. Dadgeh derbarê welatiyan de biryara girtinê da. Bi ser îtîraza parêzer M.A. hate berdan.    Lê belê dozgerê li şûna dadgaha M.A. darizandiye, îtîrazê li gorî saeta şandeya nobedar a ji dadgerên hiqûqê pêk tên, kir û pêşî li tahliyeya M.A. girt.    ÎDÎANAMEYA LEZGÎN   Hêj ku îtîraza parêzerê M.A. encam nebûbû, Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê "îdianame amade kir. Dozger di îdianameya amade kiriye de xwest M.A. bi sûcdariya “Berxwedana li hember polîsan” were cezakirin. Dadgaha Cezayê Giştî îdianame qebûl kir û bi ser îtîraza parêzerê M.A. biryara berdanê da. Dozgeriya îtirazê li gorî saeta şandeya nobedar amade kir.    Dadgeha Cezayê Giran a nobeder re ku şandeya wê ji Dadgerên Dadgeha Hiqûqê pêk tê re îtîraz kir û berdana M.A. asteng kir.    ÎTÎRAZA BIRYARÊ HATE KIRIN   Parêzerê M.A. destnîşan kir ku tevahî delîl hatine komkirin, îdianame hatiye amdekirin û ji sînora herî jor ceza tê xwestin. Parezer diyar kir ku gumana revîna muwekîlê wî M.A. nîn e û bi awayeke keyfî hatiye cezakirin. Parêzer anî ziman ku ji bo muwekîlê wî ceza bikin bi awayeke keyfî biryar girtina wî hatiye dayîn.    Parêzerê M.A. da zanîn ku ew ji biryara dadgeha hiqûqê re îtîraz kirine.    MA / Omer Akin