Ji bo azadiya Ocalan 3 milyon û 699 hezer kes îmze hatin komkirin 2024-04-08 14:05:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Di kampanyaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de, 3 milyon û 699 hezar îmze hatin komkirin.   Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku ji bo azadiya Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan 3 milyon û 669 hezar û 90 îmze hatine komkirin.   Însiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9’ê sibatê bi daxuyaniyekê ku li bajarê Qamişloyê hatibû dayîn, kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam, Hema, Humis, Laziqiye, Sweyda, Quneytera, Selamiye û Tertûsê îmze hatin komkirin.    Însiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê encamên kampanyayê aşkera kirin. Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya li Qamişloyê hate dayîn û ji aliyê endama însiyatîfê Aynûr Paşa ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku kampanya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di 9’ê sibata borî de dest pê kir û di 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan de bi dawî bû.   Di daxuyaniyê de Paşa diyar kir ku gelê Sûriyeyê bi hemû netewe, mezheb û beşên di vê demê de rojbûna Abdullah Ocalan pîroz dikin û got ku bi îmzeyên ku hatine dayîn, peyam dane tevahî hêzên komploger. Her wiha Paşa bilêv kir ku ev peyam di heman demê de asta hezkirin, piştevanî, baweriya bi felsefeya Abdullah Ocalan û israra gel a ji bo pêkanîna azadiya Ocalan nîşan dide.   Di dewama daxuyaniyê de Paşa destnîşan kir ku kampanya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî berfireh dest pê kir û belavî bajarên din wekî Şam, Heleb, Selemiyê, Humis, Hema, Siwêda, Laziqiyê û Quneytîra bûn. Paşa diyar kir ku berfirehbûna kampanyayê asta girêdana tevahî, netewe, mezheb û beşên civakê bi fikr û felsefeya Abdullah Ocalan îsbat dike û wiha got: “Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, aloziya Sûriyeyê jî di nav de ji tevahî doz û pirsgirêkên bi girêk ên asêmayî yên li Rojhilata Navîn re zemîna çareseriyê ye.”   Paşa wiha bang li Konseya Yekitiya Ewropapyê kir: “Ji ber baweriya me bi girîngiya rola Konseya Yekitiya Ewropayê, rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan di çareserkirina doza Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de em ji wan dixwazin ku rola xwe çalak bikin û îrade û daxwaza tevahî gelên ku bi doza wî bawer in, li ber çavan bigirin.”   Li gorî bajaran encamên îmzeyan wiha ne:   Minbic: 711,180 Reqa: 701,845 Qamişlo: 625,343 Hesekê: 603,800 Dêrezor: 337,70 Tebqa: 281,332 Firat: 134,570 Heleb: 103,857 Efrîn û Şehba: 51,212  Hundirê Sûriyeyê: Şam, Heleb, Laziqiye, Suweyda, Quneytera, Selamiye, Tertûs, Hama, Hums: 6,243 Koçberên Kurd ên li Lubnanê: 12.000 Hêzên Parastina Civakê: 100.000 Hejmara giştî ya îmzeyên kampanyayê: 3 669.090   Paşa di dawiya daxuyaniyê de spasî da hemû îmzevanan û wiha derbirî: “Em hezkirin û spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe yên bi netewe, ol û mezhebên xwe yên cuda dikin ji ber pîrozbahiya biheybet bi rojbûna Rêber Ocalan û bi vê wesîleyê berdewambûna kampanyayê heta azadiya Rêber Ocalan teqez kirin. Her wiha em kar dikin ku em ê komîteyekî ava bikin ku van encaman bigihîne Konseya Yekitiya Ewropayê û hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan ên pêwendîdar ên navneteweyî.”