Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em ji bo xizmeta gel hatin 2024-04-08 14:23:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarên ku mazbatayên xwe wergirtin bi gel re derbasî şaredariyan bûn û peywîr dewr girtin. Hevşaredaran deriyên şaredariyan ji gel re vekirin û wiha gotin: “Em ji bo xizmeta gel hatin.”   Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî ku mazbatayên xwe wergirtin, deriyên şaredariyan ji gel re vekirin. Hevşaredarên peywîr dewr girtin wiha gotin: “Em ji bo xizmeta gel hatin.”   SÊRT   Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi yên tevî hilbijêrên veguhestî Şaredariya Sêrtê ya bi qeyûm dihate birêvebirin bi ferqeke mezin bi dest xist, mazbatayên xwe wergirtin.      Hevşaredarên ku mazbatayên xwe wergirtin, bi şandeya ku endamên meclisa şaredariyê, parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Saritaş Erdogan, Hevşaredarên DEM Partiyê yên Sêrtê di nav de re derbasî avahiya şaredariyê bûn. Dayikên Aştiyê, gelek saziyên sivîl ên civakî û welatiyan hevşaredar bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Welatiyan hevşaredar bi tilîlî û çepikan pêşwazîkirin.    Hevşaredarên Sêrtê mazbatayên xwe ji Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin wergirtin.    DÊRIYÊ 7 SAL IN GIRTÎ YE JI GEL RE HATE VEKIRIN    Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş destnîşan kir ku gelê Sêrtê kedeke mezin da û xwedî li vîna xwe derket. Alagaş, diyar kir ku ji vir û şunde ji bo projeyên xwe têxin meriyetê û Sêrtê bi pêş ve bibin dê bixebitin û wiha got: “Ev şaredarî şaredariya gel e. Dê di xizmeta gel de be. Bila gumana kesê ji vê yekê nebe. Gel peywîra xwe bi cih anî û xwedî li vîna xwe derket. Niha dora me ye. Em ê tişta ku dikeve berê me pêk bînin û ji Sêrtê re xizmetê bikiln. Em ê ji herkesê re xizmetê bikin. Gelê Sêrtê xizmetê heq dike. Bi salan e gelê Sêrtê bi tenê tê hiştin. Ji bo ji Sêrtê re xizmeta herî baş bikin tişta ji destê me tê em ê bikin.”   Hevşaredar Mehmet Kaysi jî wiha got: “Sêrtê şoreş kir, niha dora şoreşê ya me ye.” Kaysi, destnîşan kir ku ji bo layiqî gelê Sêrtê bibin deriyê wan dê her tim ji gel re vekirî be. Kaysi, bal kişand ku deriyên şaredariyê 7 sal in ji gel re girtî ne û wiha got: “Ev derî dê ji herkesê re vekirî be.”   Pişt re Alagaş û Kaysi yên bi çepik, tilîlî û coşeke mezin derbasî avahiya şaredariyê bûn, li vir pîrozbahî qebûl kirin.     MÊRDÎN     Hevşaredarên Artûklûya ku DEM Partiyê bi dest xist Mehmet Alî Amak û Munevver Olker bi sedan kesan re li ber dahol û zirneyan ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan. Girseya ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî pê re bû, di ketina avahiay şaredariyê de ji aliyê personelên şaredariyê ve hate pêşwazîkirin.    Hevşaredar Munevver Olker, diyar kir ku ji bo şaredarvaniya gel hatine û wiha got: “Em ê di çarçoveya nûnertiya wekhev de ji hemû gelê xwe re xizmetê bikin.” Hevşaredar Alî Amak jî diyar kir ku dê bi feraseta paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê xizmetê bikin û wiha got: “Em ji kesên ku Şaredariya Artûklûyê talan kirin û di şaredariyê de dizî kirin re bi awayekî aşkere dibêjin; hûn ê hesaba vê yekê bidin gel, hûn ê pêşberî hiqûqê hesaba vê bidin gel. Dê ji kesê re nemîne.”   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî diyar kir ku dê polîtîkayeke zelal bidin meşandin û anî ziman ku dê bi qadroyên xwedî lîyaqet berdewam bikin.    Piştî axaftinan hevşaredaran dest bi peywîra xwe kirin.