Ji bo Abdullah Ocalan şitlên daran hatin danîn 2024-04-08 16:06:07   EDENE - Li Edeneyê bi boneya 75 saliya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şitlên darê hatin danîn.    Komeleya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê bi boneya 75 saliya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li navçeya Karaîsali ya Edeneyê şitlên daran danîn.    Gelek kesên ku bi xwe re şitlên darên zeytûnan anîbûn, li axê danîn. Rêveberê AYKAY-DER’ê Murat Turgay anî ziman ku ew ji ber 4’ê nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan e şitil danîne. Turgay diyar kir ku divê demildest azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were pêkanîn.