Rapora Girtîgeha Kavakliyê: Dema îşkence dikin dirûşma ‘welat parçe nabe’ berz dikin 2024-04-08 18:04:08   ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê amade kiriye aşkere kir. Di raporê de hate ragihandin ku girtî rastî mûameleya nebaş hatine.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê qewimîne, li avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê bi civîneke çapemeniyê aşkere kir. Di daxuyaniya ku endamên komîsyonê tev li bûn de metnê rapora binpêkirinan Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci xwend.    Rapor di çarçoveya agahiyên ku di encama hevdîtinên bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê tên ragirtin re de hate amade kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku li girtîgehê hejmartina ser piyan, meşa yek rêzî tê ferzkirin, di hatin û çûyîna nexweşxaneyan de lêgerîna nava dev tê kirin, bikaranîna nasnameya girtîgehê daye girtiyan hatiye ferzkirin, girtiyên naxwazin nasnameyê bikarbînin sê mehan “qedexeya aktîvîteyê” hatiye dayîn, gardiyan mûmaleya keyfî li girtiyan dikin. Di raporê de hate diyarkirin ku dema îşkence li girtiyan tê kirin dirûşma “Welat parçe nabe” hatiye berzkirin.    XWARIN NEDAN 11 GIRTIYÊN KU HATIN DERBKIRIN   Di berdewamiya raporê de ev tişt hatin gotin: “Hate diyarkirin ku di sibeya 4’ê adarê de gardiyanan bi gotina ‘hejmartin heye, lêgerîn heye’ ketine qawişan, dolab belavkirine, pirtûk û tişt avêtine erdî û 11 girtî derb kirine. Hate diyarkirin ku girtî xistine odeya yek kesî, li vir dîsa hatine derbkirin, li korîdor û hewşên qawişan kamera hebûne, birûyên wan teqiyan e û parsûyên wan werimîne, gardiyanê ku weke sergardiyan dizanin û gardiyanekî din provokasyon kirine û berpirsyarên îşkenceyê ne, van her du gardiyanan bi hedef nîşandanekê bizanebûn 11 girtî îşkence kirine, li dijî yek ji girtiyan Y.A. ji korîdorê dest bi îşkenceyê kirine, di wê kêliyê de gardiyanekê jê re gotiye ‘ li vir kamera heye lênexin, em bibin odeyê em ê li wir lêxin’; girtiyê ku ji odeyê birine li A Blokê xistine hucreya yek kesî, di hucreyê de 3-4 gardiyanan îşkence domandiye, li A Blokê kesên ji tiryakê hatine girtin hebûne, van girtiyan di wê kêliyê de dirûşma ‘Şehîd namirin, welat parçe nabe’ berz kirine û gotine ‘deriyan vekin, em ê li van binêrin.’   ÎŞKENCE LI GIRTIYAN TÊ KIRIN    Di 23’yê sibatê de li 4 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê hatine sewqkirin, lêgerîna tazî hatiye ferzkirin, R.Î. û H.M. rastî îşkenceyê hatine; hestiyê berçavê H.M. şikestiye, bi darê zorê li ser linga maye, rewşa wî cidî bûye, bi şev birine nexweşxaneyê, rapor wergirtine, leşkeran di dema mûayeneyê de kelemçe dernexistine, bijîjk bêyî ku mûayeneyeke baş bike rapor amadekiriye, dema çûne nexweşxaneyê di rê de her tim stranên nijadperest pê dane guhdarkirin; gardiyanên ku êriş kirine xeberên nijadperest û heqaret kirine, yek ji gardiyanên êriş kiriye pişt re çûye odeya wan û gotiye ‘vî rûyî ji bîr nekin’    DI NAVA QAWIŞÊ DE ÎŞKENCE…   Tevî ku M.A.Î. û M.M. yên Rojavayî ku di 23’yê sibatê de ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê hatine anîn, di ketinê de ferzkirina lêgerîna tazî qebûlnekirine, cilên wan bi darê zorê hatine ji ber kirin, ev pêkanîn li odeyeke bê kamera hatiye kirin, A.S.Ç. û Û.G. yên ji Sîlîvriyê anîne di şeva 24’ê sibatê de li gel ferzkirina ‘lêgerîna tazî’ rastî îşkenceyê hatine, di rojên pişt re jî bi hinceta kamerayên di nava qawişê de girtine û hejmartina ser piyan qebûlnekirine dîsa li qawişê hatine îşkencekirin.    GARDIYAN BI ARMANCA PROVOKASYONÊ HEREKETAN DIKIN    Hate diyarkirin ku gelemperî hin gardiyanan bi armanca provokasyonê hereket kirine, di hin hejmartina de gotinên weke ‘Te ez nas kirim?’ gotine, D.A. di 20’ê sibatê de ji Amedê hatiye sirgunkirin, di wesayîta sirgunê de tevî cih hebûye jî temamê tiştên wî neanîne, destûr nedane ku hemû tiştên wî bên anîn, ji bo tiştên wî yên 50 kîlo 500 lîre heqê kargoyê hatiye wergirtin, têkildarî bûyerên dawî girtiyan ji hin saziyan re (Komîteya Şopandina Mafên Mirovan Walîtiya Samsûnê, Wezareta Dadê, Meclis, Komeleya Mafên Mirovan hwd.) daxwazname nivîsandine, daxwaznameyên nivîsandine nehatine şandin, tevî ku qeyda derketina daxwaznameyan hatiye xwestin, nimreyên derketinê nedane wan, di hefteyên dawî de bi hinceta nameyên wan bifikar in hatine desteserkirin, ji girtiyan V.S. ji ber nameya wî bifikar hatiye dîtin bi gotine ‘ne guncav e’ nehatiye şandin, gardiyanan bi devkî ev ragihandiye, gardiyan di korîdoran de her tim bi dengekî bilind û bixeber axivîne, her tim sohbet kirine, bi taybetî girtiyên li odeyên serê korîdoran dimînin ji ber dengê bilind nikarin razin.   XWARINA JI BO KESEKÎ DIDIN 3 KESAN    Dîsa hate ragihandin ku porsiyonên xwarinê biçûk in, xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan, ji ber vê yekê her 3 kes jî birçî dimînin; bincilên li kantînê tên firotin bêqalîte ne û naylon in, kesên diketin çalakiya greva birçîbûnê digirin odeyeke din, ji ber vê yekê ji hin kesan re semawer, televizyon, ava fêkî nehatiye dayîn, lê girtiyên vê dawiyê ketine çalakiya greva birçîbûnê li odeyên xwe hatine xistin; her wiha dema girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine daxwazname hatiye dayîn, derbarê girtiyên di çalakiya grevê de lêpirsîn hatiye destpêkirin pişt re cezayê mehekê yê ji aktîvîteyan bêpar hatine hiştin. Pişt re girtiyên ceza girtin îtîrazî dadgeha înfazê girtine û îtîraza wan hatiye qebûlkirin li pişt re ji girtiyên piştî vê yekê dest bi grevê kirine cezayê mehekê yê ji aktîvîteyan bêpar hatine hiştin lê hatiye birîn.”