ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-09 09:00:08   * Berdevkê Demê yê KESK'a Stenbolê Huseyîn Tosu destnîşan kir ku ew piştî 11 salan li Qada Taksîmê amadehiyên pîrozbahiyên 1'ê Gulanê dikin û da zanîn ku derveyî Taksîmê tu vebijêrkên wan nîn in û wiha axivî: "Em her kesê ku bi vê pergalê re pirsgirêk dijî vedixwînin Taksîmê.   * Hat hînkirin ku Nîhat Yildirimê ku dema keyayê Gundê Morcûko yê navçeya Halîliyeyê bû, dest avêtibû Z.K.'ya 14 salî û ji ber vê cezayê hepsa malê lê hatibû birîn, dîsa bûye keyayê gund.    * Derket holê ku qeyûma Cizîrê Nazlî Demîr ku kûpaya tîma voleybolê ya şaredariyê bi dest xistibû jî bi xwe re biriye, di 2 rojên dawî de hin amûrên şaredariyê yên bi bihayê 7 milyon û 339 hezar û 582 TL'yî hîbeyî hin saziyan kiriye.    * Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr diyar kir ku divê mirov motîvasyona serketina encamên hilbijartinê, veguherîne serketineke polîtîk.    * Nobeta Edaletê ya jî hêla xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin dê li gelek bajaran berdewam bike. 13.00-17.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê dê berdewam bike. (16.00-20.00)   * Dê îro li gelek bajaran goristan bên ziyaretkirin.