Kesê ku dest avêtibû zarokekê bû keya! 2024-04-09 09:01:13   RIHA - Hat hînkirin ku Nîhat Yildirimê ku dema keyayê gundê Morcûko yê navçeya Halîliyeyê bû, dest avêtibû Z.K.'ya 14 salî û ji ber vê cezayê hepsa malê lê hatibû birîn, dîsa bûye keyayê gund.   Lu gundê Morcûko yê navçeya Halîliye ya Rihayê Nîhat Yildirim (39) dema keyayê gund bû ji ber "dest avêtibû zarokekê" doz lê hatibû vekirin û ji ber vê cezayê hepsa malê lê hatibû birîn, di hilbijartina 31'ê Adara 2024'an de dîsa bûye keyayê gund.    Bûyer di sala 2021'ê de qewimîbû. Keya Yildirim du salan li ser hev dest avêtibû Z.K. ya 14 salî. Z.K. û hevala wê Z.S. ku di 25'ê cotmeha 2023'yan de bûbû şahidê destavêtinê, çûbûn Midûriyeta Laxa Zarokan û bûyerê gotibû. Piştî vê bûyer eşkere bûbû û der barê Nîhat Yildirim de doz hatibû vekirin.    Zaroka ku li Navenda Şopandina Zarokan ifadeya wê hat girtin, gotibû: "Nîhat gazî min dikir, dêya min jî digot 'biçe.'" Piştî îfadeya zarokê kiryar hatibû binçavkirin û paşê sewqî dadgehê hatibû kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê kiryar sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 3'yan a Rihayê kiribû. Lê  belê dadgeriyê ew bi şertê kontrolkirina edlî berdabû û Z.K. jî radestî malbatê hatibû kirin. Lê belê piştî ku bûyer li ser medyaya sanal bûbû rojev, Wezareta Xizmetên Malbat û Civakkê zarokê li yûrdê bi cih kiribû. Wezaret jî mudaxlî dosyeyê bûbû.    Di 27'ê sibatê de, di danişîna 2'Yan de mexdûr Z.K. û hevala wê Z.S. ku şahidî kiribû dest ji îfadeya xwe berdabûn. Dadgehê jî biryar dabü ku kontrola edlî ya Z.K. û "cezayê hepsa malê" yê Yildirim bidome û dozê taloqî meha Îlonê kiribû.    MA / Ceylan Şahînlî